STO û partiyên siyasî serdana şîna malbata Dedeogullari kirin 2021-08-01 17:16:25 KONYA - Gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî serdana şîna malbata Dedeogullarî ya di êrişa nîjadeperest a li Meramê de 7 endamên wê hatin qetilkirin kirin.   Li Hasankoya Navçeya Meramê ya Konyayê malbata Dedeogûllarî ya Kurd a ji Qersê bi êrişa nîjadperest re rûbirû ma û 7 endamên malbatê hat qetilkirin. Li Kuçeya Saraçoglu ya Karatayê ji aliyê xizmên malbata hat qetilkirin şîn hat danîn. Nûnerên rêxistina civaka sivîl û gelek partiyên siyasî ji bo sersaxiyê çûn serdana mala.    Kes û saziyên çûn sersaxiyê wiha ne: Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Tabîban (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa Bûrsa û Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konyayê, Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê Orhan Miroglu, Parlamenterê CHP'ê yê Konyayê yê berê Atilla Kart, Partiya Demokratik a Kurdistan- Bakur (PDK- Bakur), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Saadetê (SP).   Sazî û partiyên hatin serdanê, sersaxî ji malbatê re xwestin. Şandeya OHD'ê jî bi parêzerê malbatê û Serokê Baroya Konyayê Mûstafa Aladag re hevdîtin kirin û derbarê lêpirsînê de agahî girt. Şandeya ÎHD û TÎHV'ê jî, bi xizmên malbatê yên şeva bûyerê hatibûn derb kirin re hevdîtin kirin.