Piştî êrîşa bi droneyan a li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê sinyalên GPS'ê hatin qutkirin 2021-08-01 09:02:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşa bi droneyan a li hemberî Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê, sinyalên GPS'ê hatin qutkirin. Piştî qutkirina sinyyalan, gelek milk hatin firotin û nelihevkirinên ji ber eraziyan nayên çareserkirin.    Di 19'ê Gulanê de HPG'ê bi droneyan êrîş biribû ser Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê. Hat hînbûn ku piştî êrîşa bi droneyan li tevahiya bajêr pergala sinyalê ya GPS'ê hat qutkirin. Piştî qutkirina pergala sinyyalê, bi mehan e li bajêr ji ber firotina eraziyan rageşî heyye. Ji ber ku sînorên milkan nayên diyarkirin, di warê firotin û kirînê de pirsgirêk rû didin û ev pirsgirêkên welatiyan nayên çareserkirin. Ji ber pergala sinalê ya GPS'ê hatie qutkirin li bajêr firandina droneyan nayê kirin. Her wiha gelek wesayîtên elektronîk ên sûdê ji pergala GPS'ê digirin jî, ji ber vê qutkirinê nikaribên xebitandin.    Di 19'ê Gulanê de li hemberî Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê êrîşeke bi droneyan pêk hatibû. Di êrîşê de pîstên balafiran xera bûbûn û hatibû derpêşkirin ku di vê êrîşê de hin pîlot mirine. Piştî êrîşê 2 rojan, balafir ji balafirgehê nehatin firandin. Paşê balafirgeh heya mehekê hatibû girtin û hatibû selihandin. Yekîneyên Parastina Gel (HPG) daxuyandibû ku wan bi droneyan êrîş biriya ser fermandariyê.