Nûçegihanê me yê hat derbkirin hat binçavkirin 2021-07-31 22:28:30 STENBOL - Nûçegihanê me Enes Sezgîn ku di dema şopandina nûçeyê de ji aliyê komeke nîjadperest ve hat derbkirin, hat binçavkirin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li Konyayê li Qada Tunel a Taksîmê şermezar kirin. Piştî daxuyaniyê Ciwanên HDP'î bi berzkirina dirûşmeyên "Dê dewleta kujer hesab bide" ber bi Qada Şîşhaneyê ve meşiyan. Gava ciwan ji qadê ber bi Kasimpaşayê ve meşiyan, li Kasimpaşayê komeke 30 kesî bi daran û keviran êrîşî ciwanan kir. Di êrîşê de nûçeginê me Enes Sezgîn jî di nav de gelek rojnamevan hatin derbkirin.   Polîsan piştî derbkirinê Sezgîn û 4 ciwanên hatin binçavkirin, ji bo rapora derbkirinê birin Nexweşxaneya Îlk Yardimê ya Taksîmê.