Têkildarî êrîşa nîjadperest 3 kesên din jî hatin binçavkirin 2021-07-31 22:21:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari 3 kesên din jî hatin binçavkirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin, bû 13.    Serdozgeriya Komarê ya Konyayê, daxuyand ku têkildarî qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari ku li navçeya Meram a Konyayê hatibûn qetilkirin, hejmara kesên hatin binçavkirin bû 13.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji malbata gumanbarê firarî 3 kesên din jî hatine binçavkirin û bi giştî hejmara kesên heya niha hatine binçavkirin bû 13.    Berê jî têkildarî komkujiyê de 10 kes hatibûn binçavkirin.