Geverê bi meşekê êrîşa nîjadperest şermezar kir 2021-07-31 18:30:22   COLEMÊRG - Li Geverê gelek kesên li hev kom bûn, bi meşekê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kirin.    Bi sedan kesên bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gever a Colemêrgê li hev kom bûn, komkujiya li Konyayê şermezar kirin. Gelek kesên li navenda navçeyê li hev kombûn, bi berzkirina dirûşmeyên "HDP gel e, gel li vir e", "Gever şiyar be, xwedî li vîna xwe derkeve" heya ber HDP'a navçeyê meşiyan.    ‘DIVÊ EM JI VÊ FERASETÊ XELAS BIBIN'    Bi sedan kes heya avahiya navçeyê meşiyan. Li vir Parlementerê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî. Temelî got: "Duh 7 canên me, hevrêyyên me û xwişk û birayên me kuştin. Ev ne bûyereke şexsî an jî hisûmetê ye. Demildest divê em ji vê ferasetê xelas bibin. Divê em li her derî mafê xwe yê siyaseta demokratîk bi kar bînin. Ya ku pêşî li ber van komkujiyan bigire, têkoşîna me ya ji bo aştî û demokrasiyê ye."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.