Xizmê Malbatê: Heke em bigirin wê qezenc bikin em ê negirîn 2021-07-31 16:53:46   KONYA - Heyeta HDP'ê ku gihîşt Konyayê serdana malbata Dedeogûllari kir û ji xizmên malbatê re sersaxî xwest. Bi sedan kes ji ber nexweşxaneyê ber bi Goristana Saraçoglû ve derketin rê.    Heyeta HDP'ê ya di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar de ku ji Enqerê ji bo beşdariya merasîma cenazeyê ferdên malbata Dedeogûllari derket rê gihîşt ber derê Nexweşxaneya Bajar a Konyayê. Heyetê, li vir ji xizmên malbatê re sersaxî xwest. Di vê kêliyê de xizmekî Dedeogûllariya ji Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran re got, "Heke em bigirin wê qezenc bikin em ê negirîn."   Malbat Hakîm Dal ku beriya çend rojan ew jî di êrişeke nîjadperest de hatibû qetilkirin jî hat ber nexweşxaneyê.    Heyeta HDP'ê û bi sedan kesên li ber nexweşxaneyê, ber bi Goristana Saraçoglû ku wê cenaze li wir bên veşartin ve derketin rê.    HDP heyeti ve morg önünde bekleyen yüzlerce kişi, cenazelerin defnedileceği Saraçoğlu Mezarlığı’na doğru yola çıktı.