Pirsa faîlên Cîhan ku di bin çavan de hat qetilkirin û weke întiharê hat nîşan kirin 2021-07-31 16:00:08   STENBOL - Dayikên Şemiyê, pirsa faîlên Suleyman Cîhan ku di bin çavan de wî bi îşkenceyê qetil kirin û piştre ji bo rengê întiharê bidinê wî ji qata 6'an a avahiyekê avêtin û 40 sal in edalet cihê xwe nabîne kirin.    Dayikên Şemiyê, di hefteya 853'an de ji ber pandemiyê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiyê de pirsa faîlên Suleyman Cîhan ku di 29'ê tîrmeha 1981'an de di bin çavan de hat windakirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin kirin. Di çalakiyê de destpêkê birayê Cîhan Ahmet Cîha axivî û diyar kir ku kekê wî ji ber nasnameya xwe hatiye qetilkirin û wiha got: "Doza ku ji bo qetilkirina wî hat vekirin bê encam ma. Ev sûcekî mirovahî ye û wê teqez peywirdarên dewletê yên vî sûcî kirin bên darizandin."   'BERPIRSYAR DIYAR IN'   Şahidê demê Hasan Huseyîn Çatalkaya jî ev tişt got: "Dema ku min jî ji bo îşkenceyê birin heman cihê, min Suleyman li wir dît. Ji min re got, 'Ez nemirime ji derve re ragihînin'. Berpirsê bingehîn ê qetlîamê diyar e. Ez şahidê vê pêvajoyê me." Parêzera demê Mîhrîban Kirdok, da zanîn kuq qetilkirina Cîhan di danişînê de hîn kiriye û ev tişt gotin: "Lêgerîna me her berdewam kir. Lê ji ber ku di dozên wiha de polîtîkaya bêcezahiştinê tê bikaranîn doz ket ber demboriyê. Lê divê neyê jibîrkirin ku edalet ji bo herkesî pêwîst e."   SORUMLULAR HİKAYE YAZILDI   Piştre Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci axivî û diyar kir ku di rapora otopsiya Cîhan de hatiye tespîtkirin ku gelek birîn li laşê wî hebûne û wiha got: "Ji ber ku ji bo birînan tu nirxandin nayê kirin bêcezatî didome. Min di van belgeyan de dît ku birînên li laşê wî birînê îşkenceyê bûn. Ji bilî vana hin birîn jî birînên piştî mirinê bûn. Ev jî birîna di jor de ketinê bû. Piştî rapora otopsiyê berpirsyaran çîrok nivîsand. Ev jî çîroka întiharê bû. Rexmî ku Cîhan miribû jî wî ji jor de avêtibûn."   Piştî Fîncanci, Mirova Şemiyê Yasemîn Bektaş daxuyaniya ku têkildarî qetilkirina Cîhan hatibû amadekirin xwend û got ku ji bo Cîhan û windayên dev ji têkoşîna xwe bernedin.