Mafê tedawiyê ya girtiyê nexweş Sancar tê astengkirin 2021-07-31 15:18:01   STENBOL - ÎHD'ê, di çalakiya xwe ya Rûniştina F de bal kişand ser rewşla girtiyê nexweş Kadrî Sancar ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Îzmîr Alîagayê girtî ye û hat diyarkirin ku tedawiya wî nayê kirin.     Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 488'emîn de çalakiya xwe ya Rûniştina F li ser hesabên xwe yên medya sanal li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kadrî Sancar ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Îzmîr Alîagayê girtî ye. Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD'ê Ferît Bûlût, daxuyaniya ku hatibû amedekirin xwend û diyar kir ku mafê girtiyan ferdûnî ne û wiha got: "Dewlet berpirsyar e ku ji herkesî re pêwistiyên tipî dabîn bike. Mafê tedawiyê nikare bê astengkirin. Ji ber ku ev pêk nayê her roj girtiyên nexweş ji destê me diçin."   'CÎNAYET E'   Di berdewamê de Bûlût, bi lêv kir ku girtina girtiyên nexweş a li girtîgehên ku girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin tedawiyê cînayet e û ev tişt got: "Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin; Kadrî Sancar di 17 saliya xwe de hatiye binçavkirin û bi binpêkirina mafê darizandina adîlane 22 al ceza lê hatiye birîn. Cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye qebûlkirin û ji bo careke din bê darizandin parêzerên wî amadekarî dikin ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Pirsgirêkên tenduristiyê yên micid ên Sancar hene. Nexweşê zerikê ye û ji ber îşkenceya di bin çavan de lê hatiye kirin pirsgirêkên diran û çeneya wî hene. Rexmî vê rewşa wî jî dermanên ku divê bi kar bîne di pêvajoya pandemiyê de nedanê û wî nebirine nexweşxaneyê. Heke neyê tedawîkirin wê tevahiya diranên xwe winda bike."   Bûlût, bang kir ku Sancar û hemû girtiyên nexweş bên berdan.