Hejmara kesên li Geverê hatin binçavkirin derket 7’an 2021-07-31 13:47:13 COLEMÊRG - Hejmara kesên piştî teqîna di dema derbasbûna wesayîta zirxî rû da de hatin binçavkirin, derket 7’an. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di 27’ê Tîrmehê de, di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya eskerî teqînekê rû da bû. Hejmara kesên piştî teqînê hatin binçavkirin, derket 7’an. Roja teqînê, Levent Dere û Harûn Ortaş ên li herêm şivantiyê dikin, hatin binçavkirin. Dema binçavkirina her du şivanan 4 roj din hat dirêjkirin.       ESKERAN ÎŞKENCE BI CIWANAN KIRIN   Eskeran duh jî li gundikê Mûşan a girêdayî gundê Dergerlî ya navçeya Gever a Colemêrgê 2 ciwan Davût Seritaş û Abbas Kirmizitaş bi zorê biribûn herêma operasyonê. Dûre Davût Saritaş û Abbas Kirmizitaş, di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin.  Parêzerên Saritaş û Kirmizitaş duh daxuyaniyek da bûn û dest nîşan kiribûn ku kesên hatin binçavkirin tevahiya rojê rastî muameleya xirab hatine û îşkence li wan hatiye kirin.    3 KESÊN DIN HATIN BINÇAVKIRIN    Îro jî, di saetên serê sibê de, dîsa di çarçoveya heman lêpirsînê de, eskeran bi ser malan de girtin, Rifat Ekîncî, Menderes Ekîncî û Memduh Akbaş binçav kirin. 7 kesên ku li Qereqola Eskerî ya Geverê tên girtin, hîna îfadeyên wan nehatine girtin.