Malbata çû dewetê qeza kir: 5 kes mirin û kesek jî birîndar bû 2021-07-31 13:15:09   EDENE - Li navçeya Kozanê, wesayîta malbata Ordû ya diçû deweta xizmê xwe qeza kir û ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.    Li navçeya Kozanê ya Edeneyê, wesayîta malbata Ordû ya diçû deweta xizmê xwe qeza kir. Wesayîta ku Osman Ordû dajot li mînîbusa ku Halîl Kayabaşi dajot qelibî. Piştî qezayê tîmên agirkujiyê, tenduristiyê û polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de Osman Ordû û hevjina xwe Hatîce Ordû (50) û Nûrcan (21), Rabîa (18) û Meryem Ordû (16) jiyana xwe ji dest da û ajokarê mînîbusê jî birîndar bû.    Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.