Agahî nadin parêzerên ku diçin Konyayê 2021-07-31 10:53:13   KONYA - Hiqûqnasên ku diçin Konyayê nêzî cihê bûyerê nayên kirin û derbarê dosyayê de agahî bi wan re nayên parvekirin.    Li navçeya Meramê ya Konyayê, dorpêça li ber mala Malbata Dedeogûllari ku komkujî lê pêk hat û 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin didomin. Parêzerên endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku çûn cihê bûyerê, xwestin derbarê lêpirsînê de agahî bigirin. Parêzeran, got ku raporên otopsiyê nedane wan û nêzî cihê bûyerê nayên kirin. Hat ragihandin ku derbarê dosyayê de jî agahî bi parêzeran re nayê parvekirin.