Karabûlût: Kujer bi êrişkarên beriya niha re di nav têkiliyê de ye 2021-07-31 10:19:24 KONYA - Parêzer Abdûrrahman Karabûlût, diyar kir ku di laşê 6 kesên hatine qetilkirin de 16 gule hene û têkiliya kesê ku malbatê qetil kiriye jî bi kesên ku di meha gulanê de êrişî malbatê kirin re heye.    Otopsiya pêşîn a 7 cenazeyê ferdên malbata Dedeogûllari ku li navçeya Meramê ya Konyayê hatibûn qetilkirin temam bû. Li gorî agahiyên ku parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût da, di laşê 6 kesên ku hatine qetilkirin de 16 gule hene û rapora otopsiya kesek jî nehatiye zelalkirin.    Karabûlût ku bi serdozger re hevdîtin kir, ev agahî dan: "Li gorî ku serdozger gotiye, têkiliya êrişkar bi kesên ku beriya niha êriş kirine re heye. Şeklê wî hatiye diyarkirin."