30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan! 2021-07-31 09:00:54   AMED - Mehmet Savûr ku ji ber çalakiyeke daxilî nav nebûye hatiye binçavkirin, îşkencekirin û paşê hatiye girtin, ji 53 salên temenê xwe 30 sal jê di girtîgehan de derbas kiriye. Çendî cezayê wî qediyaye jî nayê berdan.    Gelek girtî piştî "Qanûna Derbarê Guherindina Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê û Hin Qanûnan de" ku di 1'ê Çileyê de ket meriyetê, nayên berdan.    Yek ji van girtiyan jî Mehmet Savûr e. Savûr, di Girtîgeha Şakran a Îzmîr a Jimare 3 a Tîpa T'yê de ye. Savûr, di sala 1991'ê de ji ber çalakiyeke daxilî nav wê nebûye hatiye binçavkirin, piştî 19 rojên îşkenceyyê hatiye girtin û paşê 36 sal cezayê muebedê lê hatiye birîn. Dihat payîn di 3'yê Tîrmeha 2021'ê de bihata berdan, lê belê ji ber rapora ku Desteya Îdareya Girtîgehê derbarê wî de amade kiriye, nayê berdan.    NEHEVDÎTINA BI MALBATÊ RE KIRIN HINCET   Rêvebiriya Girtîgeha Şakranê, derbarê Savûr de raporek amade kiriye. Di raporê de ev tişt hatine gotin: "Guh li pîvanên îdarea girtîgehê nekiriye, piştgiriyya psîko-sosyal qebûl nekiriye, ji sala 2017'an ve hevdîtin bi malbata xwe re nekiriye, 20 caran cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, ketiye çalakiyên greva birçîbûnê, sirûd gotine, dirûşme berz kirine, pirtûkên 'xetere' xwendine, di dema lêgerînê de li ber personelên girtîgehê rabûye, bi zanebûnî hevdîtina şexsî ya ji bo berdan bişertî qebûl nekiriye, ji ber sûcê xwe poşman nebûye, di qawîşa PKK'yiyan de maye, derbarê binpêkirinên li girtîgehê de name ji derve re nivîsîne."    Kurê wî Mehmet Savûr (30) gava bavê wî hatiye girtin 6 mehî bûye û navê bavê wî lê hatiye kirin, diyar kir ku mafên bavên wî tên binpêkirin û xwest bavê wî bê berdan.    ÎŞKENCE, SIRGÛN, GIRTIN    Savûr, anî ziman ku gava bavê wî li nav pembo xebitiye, di dema qedexeyên derketina derve de bênasname çûye nexweşxaneyê û gava vegeriyaye hatiye binçavkirin. Savûr, bilêv kir ku bavê wî ji ber bêbextiyên kesê bi navê Halîl Kiliç hatiye zevtkirin û 19 rojan hatiye îşkencekirin. Savûr, diyar kir ku piştî apê wî daxwazname nivisiye bavê wî ji binçavan hatiye derxistin û mirina du kesên li Sêrtê hatine kuştin xistine stuyê bavê wî û di sala 1991'ê de 36 sal cezayê muebedê li bavê wî hatiye birîn. Savûr, destnîşan kir ku bavê wî li Amed, Edene, Baybûrt, Semsûr, Mêrdîn û Îzmîrê di girtîgehan de maye û ji 26'ê Hezîrana 2012'an ve di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê de ye.    ‘HINCETÊN DÛRÎ AQILAN'    Savûr, diyar kir ku ji 4 payên cezayên bavê wî 3 pay xelas bûne û diviyabû bi şert bihatana berdan, lê belê bi hin hincetên tên derpêşkirin nayê berdan. Savûr got: "Pirtûka Mûsa Anter kirine hincet. Ev pirtûk ji Girtîgeha Mêrdînê bi xwe re anîne. Wê çaxê ne qedexe bûn, lê niha qedexe ne? Niha van pirtûkan wekî koz bi kar tînin. Bavê min, her hefte telefonî me dike. Lê dibêjin, telefon nake. Midûrê girtîgehê gef li bavê min xwariye û gotiye, 'Ez ê nehêlim tu bê berdan.' Ev hincet, hincetine dûrî aqilan e."    ‘QANÛNÊN XWE DIECIQÎNIN'    Savûr, destnîşan kir ku bavê wî ji ber sûcekî ku qet nekiriye hatiye girtin û got: "Ew bi xwe planan çêdikin. Bavê min bi darê zorê birine qawîşek din. Bi vî awayî qanûnên xwe dieciqînin. Qanûna poşmantiyê lê ferz dikin. Di demên dawî de sirf ji bo bavê min bibêje 'ez poşman im', gardiyyan çêran dikin, midûr û dozger tahdê lê dikin. Tu sûcekî bavê min tu ne ye ku bibe îtirafkar. Mirovek çawa beleheq belesebeb 30 salan di girtîgehê de bimîne."    Savûr, diyar kir ku ji ber ku bi meaşê kêm debara xwe dikin nikarin biçin girtîgehê û got: "Em nikarin biçin wî bibînin. Ew meaş ancax têra mesrefên malê dike. Heqê rê dernayyê. Em tenê hewl didin heqê mesrefê wî bidin. Em tenê bi telefonê bi hev re diaxivin. Gava em diaxivin, bavê min dibêje tu sûcekî min tune ye, ez xweşikî nehatim darizandin û doza heqê xwe dike. 30 sal in em vî eziyetî dikişînin. 30 sal in jiyana malbatekê kirine zindan. Em dixwazin ji niha û pê de li cem hev du bin."    ‘EM DOZA HEQÊ XWE DIKIN'    Savûr, destnîşan kir ku ev biryar dijî mafên mirovan e û got: "Niha jî dibêjin 'heger hûn poşman nebin, ez ê raporên werê bidim ber we.' Dibêjin 'dozgerên min, dadgerên min guh li min dikin, ez nahêlim hûn derkevin.' Raporek li gor qenaeta xwe çêkirine. Me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da û em dixwazin çi hewce be bê kirin. Bila rêxistinên mafan dengê me bibihîsin, ev tişt ne di destê mdiûr û gardiyanan de ye. Em doza temenê bavê xwe yê hatiye xespkirin û doza mafên xwe yên hatine xespkirin dikin."    MA / Eylem Akdag