Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e 2021-07-30 23:29:07   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku êrîşa nîjadperest a li Konyayê komkujiyek hov e û got: "Zimanê nefret û tehrîkê yê îqtidarê, berpirsiyarê sereke yê vê komkujiyê ye."    Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê ya li hemberî malbateke kurd li Navenda Giştî bi "koda lezgîn" civînek li dar xist. Dema civîna Desteya Rêvebir a Navendî didomiya, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar civînek çapemeniyê li dar xist.    POLÎTÎKAYÊN KOMKUJIYÊ    Sancar, destnîşan kir ku îqtidar demeke dirêj e di ser HDP'ê re kurdan dike hedef û zimanekî nefretê bi kar dîtine û got: "Îqtidar daxuyaniyên wisa dide ku zemîna polîtîkayên komkujiyê amade dike. Tê bîra me hemûyan, demeke berê şirîkê biçûk ê îqtidarê daxuyaniyek dabû. Wê çaxê jî me ew hişyar kiribûn. Ev ziman, ev feraset, ev polîtîka li Tirkiyeyê jiyana hevpar bi jehrê dixe, jiyana hevpar dînamît dike."    PLANA ALOZIYÊ    Sancar, anî ziman ku li holê planeke aloziyê heye û got: "Me roja ku hevrêya me Denîz Poyraz hat kuştin jî got. Zemîna bû sedema kuştina hevrêya me Denîz Poyraz, xwe disipêre heman feraset û heman polîtîkayê û heman zimanî."    KOMKUJIYEK SÎSTEMATÎK    Sancar, bilêv kir ku ev mesele tenê ne têkildarî êrîşên li ser HDP'ê ye, ev kampanya xwedî kokine kûr in û got: "HDP'ê dikin hedef, lê di ser HDP'ê re li hemberî gelê kurd polîtîkayeke komkujiyê ya sîstematîk pêk tînin. Çend roj berê li Afyon, Enqere û Konyayê êrîşên nîjadperest ên bi heman rengî çêbûn. Me tim diyar kir, ev berdewama êrîşa hov a li hemberî hevrêya me Denîz Poyraz in. Jixwe îqtidar di vî warî de tişta jê dihat payin kir. Yanî ji dêvla pêşî li ber van êrîşan bigire, rabû polîtîkayên zemîna van êrîşan xurtir dike esas girt. Em şaş neman. Ji lew re em baş dizanin berpirsiyarê sereke yên van êrîşan îqtidar e."    BANGAWAZΠ   Sancar, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dê li hemberî van êrîşên nîjadperest ên li hemberî gelê kurd têkoşîna wan bi biryardarî bidome û li dijî polîtîkayên nefretê û planên komkujer îşaret bi têkoşîneke hevpar kir.    KURD NE BI TENÊ NE    Sancar got: "Em aşkere dibêjin. Gelê kurd qethiyen ne bi tenê ye. Gelê kurd ne ew gel e ku ji ber van êrîşan bitirse. Em HDP, ku vîna vî gelî temsîl dikin, em ê di hemû şert û mercan de mafê jiyanê yê gelê kurd biparêzin."    BANGAWAZÎ JI BO ÇÛNA KONYAYÊ    Sancar, anî ziman ku dê sibê heyeteke mezin pê re biçe Konyayê û got: "Em bang li serokên partiyên muxalefetê û hêzên demokrasiyê dikin ku sibê ew jî bên Konyayê. Ez hemûyan vedixwînim nav biryardariya ji bo parastina jiyana wekhev û hevpar. Dê têkoşîna me bi biryardarî bidome."    Sancar di dawiya axaftina xwe de got: "Ev êrîşên nîjadperest cesaretê ji polîtîkayên cihêkar û nîjadperest ên îqtidarê digirin. Ev bûyer ne bûyerine şexsî, husûmetê û hêrsê ne. Berevajî vê, pêkanînine hov û planine sîstematîk in ku gav bi gav pêk tên. Em bi hev re li dijî faşîzmê û nîjadperestiyê rabin û jiyana demokratîk biparêzin."