Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt 2021-07-30 21:38:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê malbata kurd ku li Konyayê hat kuştin, got: "Ev, êrîşeke nîjapdrest e. Cesaret ji bêcezatiyê girtin."    Li Taxa Hasankoy a navçeya Meram a Konyayê li hemberî malbata kurd Dedeogûllari êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeoglû hatin kuştin. Êrîşkaran piştî êrîşê, xaniyê malbatê dan ber agir û ji cihê bûyerê reviyan.    ÊRÎŞA NÎJADPEREST   Parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût, têkildarî êrîşê ji Arti TV'yê re got: "Ewilî di 12'ê Gulanê de komeke 50-60 kes êrîş biribû ser malbatê. 7 kes hatibûn girtin. Lê her carê kesek an du kes dihatin berdan. Me hewl da hin kesên din bên girtin, lê me dît hemû hatin berdan."    Karabûlût, bilêv kir ku êrîş, êrîşeke nîjadperest e û got: "Cesaret ji bêcezatiyê girtin. Malbat 3 saet berê li cem min bû. Min derbarê lêpirsînê de ew serwext kiribûn. Dibêjin kesên nenas, lê ev êrîş girêdayî êrîşa berê ye."