HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya 2021-07-30 21:08:36   ENQERE - Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê, têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê ya li hemberî malbateke kurd, bi serokatiya Hevserokên Giştî li hev civiya.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyay li hemberî malbateke kurd bi "koda lezgîn" li hev civiya. Desteya Rêvebir a Navendî ya partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li hev civiya û dê êrîşa navbirî binirxîne.    Buroya çapemeniyê ya HDP'ê têkildarî civînê got: "Partia me, êrîşa saw û wehîm a li Konyayê ji nêz ve dişopîne û hewildanên wê yên ji bo bûyer bi her awayî bê fêmkirin, didomin. Rêvebiriya me ya bajêr a Konyayê û tevahiya partiya me bi mijarê re eleqedar dibe. Bi bangawaziya hevserokên me yên giştî desteya me ya rêvebir a navendî cardin li navenda me ya giştî li hev dicive."