Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin 2021-07-30 20:29:31   ENQERE - Malbata kurd ku berê li Konyayê bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabû, bi êrîşeke din re jî rû bi rû ma. Hat diyarkirin ku ji malbatê 4 jê jin 7 kes hatin kuştin.   Li navçeya Meram a Konyayê li hemberî malbata kurd êrîşeke nîjadperest pêk hat. Di 12'ê Gulanê de komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbata Dedeogûllari. Hat ragihandin malbata Dedeogûllari, cardin bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû maye. Li gor agahiyên bi dest ketin di êrîşê de ji malbata Dedeogûllari 4 jê jin 7 kes hatin kuştin   Hat diyarkirin ku piştî êrîşê xanî hatiyye şewitandin û îtfaiyeyê agir tefandiye.   ÇI QEWIMÎBÛ?   Di 12'ê Gulanê de li Taxa Bahçeşehîr a navçeya Meram a Konyayê, komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbatê Dedeogûllari ku ji Qersê ne. Kesên êrîş biribûn ser 4 jê jin 7 kesên malbata Dedeogûllari, gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn" û bi kevir, kêr û daran êrîş biribûn ser wan. Têkildarî êrîşê de 5 kes hatibûn girtin, lê bi hinceta "delîl kêm in" hatibûn berdan.