Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê 2021-07-30 19:21:54   AMED - HDP'a Bismilê ji bo balê bikişîne ser kampanyaya aşiyyê, bi awayekî girseyî aşî bû.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bismilê, ji bo balê bikişîne ser kampanyaya aşiyyê, bi awayekî girseyî aşî bû. Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz, hevserokên HDP'a Bismilê û rêvebirên navçeyê jî di nav de, girseyek qelebalix li avahiya partiyê li hev kom bûn. Paşê girse çû Ocaxa Tenduristiyê ya li Taxa Fatîhê.    Girse bi def û zirnê hat pêşwazîkirin û paşê li vir daxuyaniyek hat dayîn. Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayyazê ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, li ser navê girseyê axêvî û bal kişand ser girîngiya aşiyê.    Ayaz, destnîşan kir ku ji sedî 30'yê Bismilê aşî bûye û got: "Niha em bi sedan kes ji bo aşî bibin hatin vira. Ji hejmara pêketiyan ku di demên dawî de pir zêde bûne, careke din diyar bû ku bê aşî çi qas girîng e. Ji bo tenduristiya civakê divê her kes aşî bibe.    Piştî axaftinê girse ji bo aşî bibe ket dorê.