Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne 2021-07-30 14:55:10   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku berpirsiyarên şewatan îqtidar e û got: “13 heb balafirên Qesrê hene. Ev îqtidar bi jetên taybet diçe her deverê, lê ji bo vemirandina şewatê nikare du balafiran rake. Ev jî rewşa welat dide nîşandan.”    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Nvenda Giştî ya HDP’ê derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay got got Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan civiyaye û di civînê de êrişên li dijî HDP’ê, şewatên daristanan, hişkesalî, êrişên nijadperest û pandemî hatiye nirxandin.    ŞEWATÊN LI BAJARAN    Gunay têkildarî şewatên daristanan ên li gelek deverên Tirkiyê ku çend roj berdewam dike axivî û wiha got: “Ji ber şewatên derketine em gelek xemgîn in. Mixabin her roj em bi talanek xwzayî û karesatekê şiyar dest bi rojê dikin. Ji çar aliyên welat agahî û xeberên felaketa xwezayî tên. Li Mûşê, Antalya, Mûgla, Edene, Mêrsîn, Osmaniye, Edene, Kayserî û Ûşakê şewat derketin. Em dibêjin tevahiya xelkên me re derbasî be. Rehmetê jî ji kesên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û serê malbatên wan sax be.    13 BALAFIRÊN QESRÊ HENE   Divê dewlet tevahiya derfetên xwe seferber bike û zirara ku xelkê me dîtiye safî bike. Mixabin îqtidar temaşeyî van geşedanan dike. Ji tunekirina bajarên me re tenê dibe temaşevan. 13 heb balafirên Qesrê hene. Ev îqtidar bi jetên taybet diçe her deverê, lê ji bo vemirandina şewatê nikare du balafiran rake. Ev jî rewşa welat dide nîşandan. Bi balafirek Qesrê dikarin çend balafirên vemirandinê bikirin. Lê nakirin. Hişyariyên pisporên avhewayê û tevgerên ekolojîk ên kurewî yên derbarê krîzên avhewayî de li ber çavan nehatin girtn. Ev yek jî pir eşkere berpirsiyariya îqtidarê dide nîşandan. Em gelek caran bûne şahid ku daristanên me ji bo rantê û bêtevdîriyê tên tunekirin. ”   ÊRIŞÊN NIJADPEREST    Gunay anî ziman ku felaketên ku tên serê Tirkiyê tenê ne yên xwezayî ne, di heman demê de felaketên herî mezin jî êrişên nijadperest in û got: “Êrişên nijadperest ên li dijî kurdan û gelên din derketine asta herî jor. Her roj li cihekî êrişên nijadperest pêk t3e. Em wek HDP’ê her cûre êrişên li dijî nasnameyan wek êrişên nijdaperest dibînin. Ev êriş bi devê rayedarên dewletê û îqtidarê pêk tên. Herî dawî li Enqere, Konya û Afyonê êrişên nijadperest li dijî kurdan pêk hatin û di encama êrişan de Hakîm Dal ê ji Amedê hat qetilkirin. Bepirsiyarê van êrişan rejîma qesrê ye. Lê em ê qet nebin temaşevanên van êrişan.”