Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin 2021-07-30 13:26:03   MUGLA - Li Marmarîsê, avahiya HDP'ê tevî ku li qadê polîsên wezîfedar hebûn jî, rastî êrişê hat. Piştî êrişê, êrişkar hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan. HDP’iyan darbarê êrişkaran de gilî kirin.    Li navçeya Marmarîs a Muglayê, avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh bi şev saet 02.00’yan cardin rastî êrişê hat. Êrişkarê camên avahiyê şikandin, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wî birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.    Hevserokê Navçeya Marmarîsê Guven Goknar ê me derbarê êrişê de pê re hevdîtin kir, ev agahî dan: “Polîsên ku avahiyê diparêzin agahî dan me. Êrişkar zirar daye camên derve yên avahiyê. Me derbarê êrişkar de gilî kir. Armanc ew e ku têgihîştina ku 'HDP'ê li Marmarîsê agir bi daristanê xistiye' biafirîn in. Hedefgirtinên partiyên, êrişên li dijî avahiyên me zêde dike.”   DI MEHEKÊ DE 2 CARAN ÊRIŞ   Di nava mehekê de, bû êrişa duyemîn a li dijî avahiya HDP’ê pêk tê. Di 14’ê Tîrmehê de jî, êrişa bi çek li dijî avahiya rêxistinê pêk hatibû. Derbarê êrişê de A.T.D. hatibû girtin û 4 kes din jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.