Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin 2021-07-30 12:33:15   RIHA - Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe di bin 45 pileya germe de nobeta “edaletê” digire got: “Dozger li betlanê ne, em jî li vir di nobeta edaletê de ne. Nabe ku mesaiya edaletê bibe betlane.”    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) bi daxwaza “edaletê” 144 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Îro Ferît Şenyaşar bi tenê wek her sibê hat ber Edliyeyê û dest bi çalakiya kir.    Ferît Şenyaşar axivî û bal kişand ser betlaneya edlî ya ku wê heta 31’ê tebaxê berdewam bike û got: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 144’emîn de ye. Îro ez bi tenê nobetê digirim. Çimkî dayika min çû hevdîtina lawê xwe ku sê sal in bi awayek bêhiqûqî girtî ye. Nihal i edliyeyên Tirkiyê betlaneya edlî ya giştî heye. Dozgerên ku bi rêya darazê zilmê dikin li betlanê ne û em jî li vir di nobeta edaletê de ne. Tişta ku dewletê li ser pêya digire edalet e. Nabe ku mesaiya edaletê bibe betlane. Bi milyonan însanên wek me ku mexdûr in hene. Bila dozger û dadger edaletê bicih bînin û pişt re biçin betlanayê. Însanên mezlûm di bin zilmê de li edaletê digerin lê dozger û dadger li tatîlê ne, ev nayê qebûl kirin. Em edalet û hiqûqê dixwazin.”