Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye 2021-07-30 09:06:04 DERSIM - Parêzer Bariş Yildirim bertek nîşanî qirêjkirina xwezaya Geliyê Mûnzûrê da û got: "Ev, zirarê didin peyzaj, flora û faûnaya herêmê. Tevdîr divên."  Geliyê Mûnzûrê ku ji navenda Dersimê heya navçeya Pulurê diçe, bi talûkeyek mezin re rû bi rû ye. Gelî, di sala 1971'ê de ji aliyê Desteya Wezîran ve wekî "Parka Neteweyî" hatiye îlankirin û bi giştî 42 hezar hektar e. Gelî qada gelek candaran e. Li Geliyê hezar û 518 cureyên nebatan hene û ji vana 227 jê endemîk in. Tevî ku ev qas dewlemend e jî gelî bêxwedî hatiye hiştin. Nexasim jî havînan hin kesên serdana bajêr dikin, bi bermayiên xwe ava Mûnzûrê û derdorê qirêjî dikin. Her wiha xebatên di bin navê "firehkirina rê" de tên kirin jî qadên jiyanê yên candaran tune dikin. Ji ber ku qeraxên rêyan wekî kendalan hatine çêkirin, heywan nikarin xwe bigihînin avê.    Parêzer Bariş Yildirim derbarê texrîbkirina ekolojiya geliyê de axivî. Yildirim, diyar kir ku tevdîrên di mewzûatê de cih digirin yek jê jî ji bo Geliyê Mûnzûrê nayên girtin. Yildirim, destnîşan kir ji bo parastina parkê divê li têketina parkê peywirdar hebin û mirovên tên serwext bikin û divê sîrkulasiyona zêde ya mirovan bê kontrolkirin.    Yildirim got: "Mezinên me digotin, piştî wekî parka neteweyî hatiye îlankirin, ji bo parastina geliyê gelek kes hatine peywirdarkirin. Lê belê niha ne parêzvan ne jî rêber hene. Lewma ev der bi piranî veguherîye qada pîknîkê."    Yildirim, diyar kir ku derdor bi çopan tê qirêjkirin.    XEBATÊN JI BO RÊYAN    Yildirim, bal kişand ser xebatên ji bo firehkirina rêyan jî û destnîşan kir ku divê xwezayiya geliyê bê parastin û got: "Lê gava em li xebatên ji bo firehkirina rêyan mêze dikin, em dibînin peyzaja xwezayî yya parka neteweyî tê xerakirin. Her wiha ji ber van xebatan hin darên li Ziyareta Fatma Anayê hatine birîn. Li gor baweriya Dersimê, divê şaxekî hişk jî neyê rakirin û şewitandin. Lê ji ber xebatên rê dar hatine birîn. Ji ber van xebatan kêleka rastê ya rê heba bibêje bûe kendal. Ji ber vê candar bi zorê xwe digihînin avê."    BANGAWAZÎ JI BO PARASTINÊ   Yildirim destnîşan kir ku divê Geliyê Mûnzûrê têkeve Lîsteya Çandê ya Cîhanê û xebatên ji bo vê dest pê kirine. Yildirim got: "Divê bê parastin. Li gor mewzûata Tirkiyeyê, di asta statuya bilind a parastinê de ye. Lê em dibînin nayê kontrolkirin û ev texrîbat didin peyzaj, flora û faûnaya herêmê. Tevdîr divên. Li rêya Pulurê her sal ji ber zêdebûna wesaîtan heywanên kovî dimirin. Ji Pulurê heya Dersimê qenalîzasyon diherike. Divê tevdîr bên girtin û tesîsên dawerivandinê bên avakirin."    Yildirim bang li kesên ji bo geşt û seyranê tên geliyê jî kir û got: "Divê gelê me serobero agir vênexin û pîknîkê nekin. Di vî warî de divê rayedar gel serwext bikin."    MA / Ayşe Surme - Cengîz Ozbasar