ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A 2021-07-30 09:00:36   * Parêzer Bariş Yildirim bertek nîşanî qirêjkirina xwezaya Geliyê Mûnzûrê da û got: "Ev, zirarê didin peyzaj, flora û faûnaya herêmê. Tevdîr divên."    * Rojnamevan Ahmed Kazimî anî ziman ku penaberên afxan ku di dema koçberiyê de bi birçîbûn, tîbûn û sefaletê re rû bi rû dimînin, li hemberî Ewropayê wekî koz tên bikaranîn û dê koçberiya mezin di Îlonê de dest pê bike.    * Girtiyê nexweş Devrîm Ayik (30) ku di Girtîgeha Eskîşehîrê de ye êdî nikare bimeşe. Dayik Hulya Ayik, xwest berî ku cenazeyên kurê wê û girtiyên nexweş ên din ji girtîgehê derkevin gavin bên avêtin.    * Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, bertek nîşanî şewitandina daristan û birîna darên li herêmê da û bang li sazî û dezgehan kir: "Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin."    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 144'emîn de berdewam bike.    * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Colemêrgê dê serdana esnafan bike. (11.00 - 17.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Wanê bi wesîleya salvegera Komkujiya Geliyê Sefo wê li navçeya Serayê bernameya bîranînê li dar bixe. (11.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê derbarê rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * MLSA dê li dijî tundiya polîsan a li ser rojnamevanan li Edliyeya Çaglayana Stenbolê gilî bike. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Bismilê wê çalakiya derzîkirinê li dar bixe. (17.00)   * Li Cizîrê wê ji bo bîranîna Celadet Alî Bedîrxan bernameya bîranînê were lidarxistin. (17.00-21.00)