Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin 2021-07-29 20:48:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 22 hezar û 161 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 261 hezar û 198 test hatine kirin û 22 hezar û 161 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 60 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 5 hezar û 463 kes jî baş bûne.