Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket 2021-07-29 14:26:03   ENQERE - Halîs Boztaş ê li Enqereyê di êrişek nijadperest de birîndar bûbû li nexweşxaneyê tedawiya wî bi dawî bû û hat derxistin.    Li taxa Kavakli ya navçeya Altindaga Enqereyê di 20’ê tîrmehê de li dijî malbatek ji Qersê ku kurd in êrişek nijadperest pêk hatibû. Di êrişa çekdarî de 2 jê giran 4 kesa birîndar bûbûn. Sê birîndar di 27’ê tîrmehê de ji nexweşxaneyê hatibûn derxistin. Birîndarê bi navê Halîs Boztaş jî li nexweşxaneyê tedawiya bi dawî bû û ji nexweşxaneyê hat derxistin.