Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye 2021-07-29 13:07:37   RIHA - Malbata Şenyaşar 143 roj in nobeta “edaletê” didomîne. Parêzerê malbatê Serhat Kûrt diyar kir ku daraz di pêvjoyek ditirse de ye û bang li hemû baroyan, rêxistinên hiqûqê û rêxistinên sivîl kir ku piştgirî bidin malbatê.    Malbata Şenyaşar di roja 143’emîn de li ber Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” berdewam kir. Malbat serê sibehêzû hat ber avahiya Edliyê û dovîzên bi daxwaza edaletê nivîsandibûn danîn erdê û dest bi nobeta xwe kirin. Malbata Şenyaşar tevî betlaneya edlî û hewaya germ jî bê navber têkoşîna xwe edaletê didomîne.    BANG LI BAROYAN KIR    Ji parêzerên malbatê Serhat Kûrt jî îro beşdarî çalakiya wan bû. Kûrt bi bîr xist ku sê sal di ser bûyerê re derbas bûye û heta niha tu pêşketin di dosyeyê de çênebûye û bi qasî serê derziyê jî edalet pêk nehatiye. Kûrt destnîşan kir ku malbat tevî 45 pileya germahiyê jî 143 roj in li ber Edliya Rihayê daxwaza edaletê dike û parêzer û malbat gelek caran xwestin bi dozgeriyê re hevdîtin bikin lê daxwaza wan nehatiye cih. Kûrt da zanîn ku wan wek parêzerên malbatê tevî xwestiye biryara veşarî ji dosyeyê were rakirin jî lê dadgeha Meletiyê di 2’yê nîsanê de li gel kêmasiyên dosyeyê jî biryar daye. Kûrt diyar kir ku daraz di pêvjoyek ditirse de ye û bang li hemû baroyan, rêxistinên hiqûqê û rêxistinên sivîl kir ku piştgirî bidin malbatê.    DIBE KU SIBÊ DERENG BE    Malbatê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Dayik 143 roj in li ber Edliyeya Rihayê ye û kevirên peyarêyê ku li ber lorandina wê neda heliyan. Daxwaza wê pir zelal e; dixwaze kujerên zarok û hevjînê wê li pêşberî darazê hesab bidin. Dibe ku sibê dereng be. Bila niha edalet pêk were.”