Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû 2021-07-29 11:06:24   ENQERE - Z.D. ku li Elmadagê êriş lê hat kirin, da zanîn ku beriya 2 rojan cîranê wan bi gotina "Ez ê te li vir bin ax bikim" gef li keça wê ya 12 salî xwariye û ev tişt got: "Nehatin binçavkirin, polis li cem wan sekinîn."   Di 27'ê tîrmehê de li kuçeya Derya ya li taxa Îsmetpaşa ya navçeya Elmadagê ya Enqerê, saet di 22.30'an de bi çêrên zayendî û gotinên nîjadperest li dijî malbata kurd êriş pêk hat. Êrîş li dijî mala Z.D. (38) a ji navçeya Geverê ya Colemergê pêk hat. Dema êrişê Z.D. û zarokên xwe F.D. (21), S.D. (17), E.D. (12), Z.D. (6) û O. D (4) li malê bûn û tevahiya şevê ji ber êrişê ranezan û kel û pelê xwe dan hev. Roja piştî êrişê jî ji ber ku ewlehiya wan nema ji neçarî taxê terk kirin.    Piştî bihîstina bûyerê em çûn taxa Îsmetpaşa û li hurguliyên bûyerê nêrî. Dema ku em çûn taxê Z.D. me pêşwazî kir û me kel û pelên ku bi lez û bez kirine poşetan û danîne ber derî dît. Me êrişê ji ferdên malbatê guhdar kir.    Z.D. ku dayika 5 zarokan e, diyar kir ku beriya 4 salan ji navçeya Bala ya Enqerê hatine li Elmadagê bi cih bûne û wiha got: "Destpêkê em li Uçevlerê bi cih bûn û 2 sal in jî em li Îsmetpaşayê dijîn. Kurê min bê kar e, Hin caran li înşaetê dixebite. Keça min a 17 salî jî li cefekê dixebitî û niha ji kar derketiye. Ez jî diçim paqijiya malan. Ev hefteyeke cîranên me çêrên zayendî û nîjadperest li me dikin. Dema destpêkê em hatin taxê me got em ji Balayê ne lê me nikaribû kurdbûna xwe veşarta. Piştî ku hîn kirin em kurd kes bi me re neaxivî. Dema ku ez diçim kar hin caran zarokên min stranên kurdî vedikin. Ew jî ji vê aciz dibin."   'EM KURDAN NAXWAZIN'   Derbarê dema êrişê de jî Z.D. bi lêv kir ku dema ji kar hatiye cîrana wan a bi navê Încî, bi dar êrişê wê, kurê wê yê biçûk O.D. û keça wê ya ji kar hatiye S.D. kiriye û ji wan re ev tişt gotiye: "Bi cehimin biçin kurdên rojhilat, PKK'î, em we li Elmadagê naxwazin. Hûn terorîst in. Bi cehimin biçin." Z.D. got ku dema êrişê cîranên wan ên din jî ji wan re gotine: "Em kurdan naxwazin, em PKK'ê naxwazin, bi cehimin."   Li gorî agahiyên ku Z.D. dan; piştî vê êrişê Z.D. gazî polisan dike û dema ku polis tên jî birayên Încî yên temenê wan derdora 30'yî êrişî malbatê dikin.   POLIS: HEKE BIXWAZIM DIKARI GULE BERÎ TE BIDIM   Z.D. destnîşan kir ku êrişkaran hewl dane êrişê kurê wê bikin û wiha axivî: "Polis û çend notirvanan bi wan girtibû. Yek ji wan heta ber deriyê min jî hat. Di vê navberê de çêra kirin. Kurê min jî ji bo parastina min kêrê kir destê xwe. Di vê navberê de polisên ku hatibûn ne li êrişkaran gefê li me xwarin. Ji kurê min re gotin, 'Tu çima êrişî wan dikî? Heke bixwazim dikarim gule berî te bidim'. Wan dest dirêjî mala me kirin lê polisan qala gule reşandina li me dikirin. Min jî ji wan re got, 'Hûn li cem dewlendan e. Heke wesayît, mala min hebûna we yê li cem min cih bigirta. Me gilî bikira jî tiştek nediguherî. Herkes li cem wan bû. Ji ber ewlehiya canê xwe me giliya wan nekir."   ‘EDALET TUNE YE’   Di berdewamê de Z.D. ev tişt anîn ziman: "Dewlet li cem kesên ku perê wan hene ye. Ji ber ez ji Geverê bûm paxav bi min nakin. Kurdan di eciqînin. Edalet tune ye, bêyî edalet mirovan davêjin girtîgehê. Tiştekî bi sûcdarên wiha jî nakin. Ez bi edaletê na bawer in. Wan binçav nekirin. Tenê îfadeyên wan girtin. Lê timik li cem wan bûn. Polis li cem wan sekinîn. Duh bi şev em ji ber ewlehiyê ranezan. Xêrek ji polisan nayê. Mafê wan tuneye wiha kurdan bieciqînin. Em li bin heman alê dijîn."   TUNDIYA LI ZAROKÊ   Z.D., agahî da ku di 25'ê tîrmehê de cîrana wê Încî li keça wê ya 12 salî E.D. daye û ev tişt gotin: "Cîrana min ji bo berhevkirina tirî gazî keça min a 12 salî kir. Milê wê badide û ji bo ku ji kesî re nebêje gef lê dixwe. Piştre me bihîst. Ji bo girtina rapora derpkirinê min wê bir nexweşxaneyê lê bijîjk rapor neda. Got ku heta polis neyê wê nede."   E.D. ku tundî lê hatibû kirin jî têkildarî tundiya lê hatibû kirin ev agahî da: "Dema ez çûm milê min şidand û ji min re got, 'heke tu ji dayika xwe re bibêjî ez ê te bi xîz bikim'."   ÇÊRÊN ZAYENDPEREST   Zarokê herî mezin ê malê F.D. jî diyar kir ku beriya hefteyekê cîranên wan Erdînç P. û Davût K. ji bo derxistina wan a ji taxê îmze kom kirine û wiha got: "Piştî ku çêrên zayendî û nîjadperest li dayik û xwişka min kirin, me gazî polisan kir. Min çêran ku jinêkê kir bi guhên xwe bihîst. Piştre xizmên jinikê jî hatin. Ji ber ku heqaret li dayika min kirin min gazî polisan kir. Lİ cem polisan jî êriş kirin. Ez jî aciz bûm û rakir kêrekê. Polis ji min re ev tişt got, 'Ez dikarim li wir berî te bidim. Di destê te de çek hebû'. Lê ew heta ber derê me hatin. Zilamê ku heta ber derî hat piştî ku kêrê di destê min de dît paşde gav avêt. Li cem polisan gotin ku ew kurdan naxwazin."   ‘TAX ME NAXWAZE'    Zaroka duyemîn a malbatê S.D. jî da zanîn ku beriya çend hefteyan bi gotinan êrişên wan kirine û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku em kurd in li taxê me naxwazin. Roja duşemê jina bi navê Încî bi ser min de hat û êrişî min kir. Çêr bi min kirin. Ji ber ku em kurd bûn berî me dan. Şeva êrişê ji tirsa ku wê dîsa êrişî me bikin heta serê sibejê em ranezan. Dema êrişê ji tirsa lerzê bi min girt."   JI HDP’Ê PIŞTGIRÎ   Rêxistina HDP'ê ya Enqerê hat cem malbata ku êriş lê hatiye kirin û ji wan re mal dît û mala wan bar kir.    MA / Berivan Altan