Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Ji bo cenazeyan demildest divê heyetek biçe Efrînê 2021-07-29 09:07:18 RIHA - Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, xwest aqûbeta cenazeyên ji goristana Efrînê hatine derxistin bê aşakerekirin û got: "Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê dengê xwe bilind bikin û demildest heyetek biçe Efrînê."  Li Efrînê cenaze ji Goristana Avestayê hatibûn derxistin. Li vê goristanê gorên YPG-YPJ'yiyan û yên sivîlan heûn. Bertekên li dijî vê didomin. Tirkiyeyê cenazeyên ji vir derxistibûn wekî "gora komî" lanse kiribû. Rêxistinên demokratîk bang kirin ku aqûbeta cenazeyan bê aşkerekirin û xwestin heetek biçe Efrînê.   Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, derxistina cenazeyan a ji gorê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Şêxo, destnîşan kir ku li Goristana Avestayê cenazeyên YPG-YPJ'yiyan û sivîlan ên di dema êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dayîn veşartî bûn û got: "Tirkiyeyê bi rolekî dagirkeriyê di 14'ê Tîrmeha 2021'ê de goristanê talan kir û cenazeyên li vir derxistin."    Şêxo, bertek nîşanî nûçeyên Tirkiyeyê yên derbarê cenazeyan de jî da û got: "Em kesên ji Efrînê hatin derxistin û rêxistinên mafên mirovan, me bi çavên xwe goristanên li Efrînê û li derveyî Efrînê dîtin. Di 20'ê Çileya 2018'an de ji be rêrîşên zêde, ji bêgavî cenaze li nêzî Nexweşxaneya Efrînê hatin veşartin. Hejmara cenazeyên hatine derxistin di ser 80'yî re ye. 35 cenazeyên di koma ewil de, hemû yên şervanên YPG-YPJ'ê ne. Di koma duyem de jî di nav 45-46 cenaze hatin derxistin. Qismek van cenazeyan ên şervanên YPG-YPJ'ê ne û qismek jê jî yên sivîlan e. Tirkiye negihaşt mexseda propagandaya xwe ya ku got 'gora komî hat dîtin. Gava negihaşt mexseda xwe vê carê got, 'me kêlikên goran nedîtin, lewma me got gora komî.'"    DU ANGAŞT   Şêxo, diyar kir ku pê hesiyane ku cenaze birine Nexweşxaneya Ferzendeyê û got: "Gava saziyên navneteweyî pê hesiyanî qebûl kirin ku cenaze yên şervanên YPG-YPJ'ê ne. Em Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, me derbarê cihê cenazeyan de du tişt bihsîtin. Yek, cenaze li Goristana Halal ya li ser rêya Efrîn-Helebê ne. Dudo; li Goristana Fersanê ya li navenda Efrînê ne."    HERÎ KÊM 35 GORISTAN HATIN XERAKIRIN    Şêxo, anî ziman ku berê jî li Efrînê nêzî 35 goristan hatine xerakirin û got: "Goristana Xabûrê xera kirin, kirin bazara heywanan û hin goristan jî kirin kamp. Hurmeta wan ne ji bo saxan ne ji bo miriyan heye."    BANGAWAZÎ   Şêxo, bang li rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî kirin û got: "Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê dengê xwe bilind bikin û demildest heyetek biçe Efrînê. Divê cihê cenazeyyan bê tespîtkirin kesên ev kiribin li dadgehên navneteweyî bên cezakirin."