76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-28 21:22:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 22 hezar û 291 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 257 hezar û 474 test hatine kirin û 22 hezar û 291 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 76 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 4 hezar û 197 kes jî baş bûne.