Dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin, di girtîgehê de îşkencê lê kirin 2021-07-28 16:46:41 MÊRDÎN - Mahsum Demîr, diyar kir ku dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin û di girtîgehê de îşkence lê kirin.   Mahsum Demîr ê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, di navbera 15 û 25’ê Hezîranê de bi rêve bir û di serdegirtinên li Riha û Mêrdînê de hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de, îşkenceya lê hatibû kirin vegot.    Demîr, ragihand ku ji 14 kesên bi wî re hatin girtin, îşkenceyên giran li Murşît Aslan, Mahsum Temel, Mehmet Salîh Elîş, Mahmût Parsak û Hamdullah Hozan hatin kirin. Demîr, da zanîn ku ligel tundiya li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê li wan hat kirin jî, ev meheke nebirine nexweşxanê.   Demîr, dest nîşan kir ku di dema binçavkirinê de îşkence li wan hat kirin û wiha got: “Di dema îşkenceyê de perdeya guhê min teqandin. Ev meheke dixwazim biçin nexweşxanê, lê min nabin nexweşxanê. Meheke me di hucreyê de digirin. Îşkenceyê li me dikin. Sergardiyan Cengîz S., muameleya xirab li me dike. Ji bo ku tavilê me sewqî nexweşxanê bikin, me daxwaza hevdîtinê ji bo rêveberiya girtîgehê kir. Lê ev daxwaza me nehat qebûl kirin. Îşkenceya li me tê kirin, îşkenceyek pir girane. Ez banga hestiyariyê li raya demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan dikim.”