HDP'ê Yenî Şafakê derewand 2021-07-28 15:57:41     NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê nûçeya Yenî Şafakê ya bi sernavê "Di wesayîta parlamenter de hatibû girtin: Endamê PM'a HDP'ê PKK'î derket" derewand.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi weşandina nivîsareke tekzîpê, nûçeya Yenî Şafakê ya bi sernavê "Di wesayîta parlamenter de hatibû girtin: Endamê PM'a HDP'ê PKK'î derket" derewand. Buroya Çapameniyê ya HDP'ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku nûçe ji rastiyê dûr û ev tişt got: "Berdewama kompasa ku bi destê îstixbarat û cerdevanan li dijî partiya me hatiye avakirine."    Di berdewamê de buroyê, destnîşan kir ku Rojnameya Yenî Şafakê, ji ber binçavkirina Endamê Meclisa Partiya wan Yûnûs Dûrdû û vekirina doza derbarê wî de partiya wan hedef girtiye û bi van gotinan bertek nîşanî Yenî Şafakê da: "Kompasa ku ji aliyê îstixbarat û cerdevanan ve hatiye çêkirin ji aliyê Yenî Şafakê ve di bin navê "nûçeyê" de hatiye berdewamkirin. Tişta ku Yenî Şafakê kiriye ne rojnamegerî têtikkeşî ye. Em Rojnameya Yenî Şafakî bi awayekî tund şermezar dikin."