Di civîna DÎTAM’ê de banga ‘pêvajoyek nû’ hat kirin 2021-07-28 14:33:06   AMED - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû di civîna DÎTAM’ê de axivî û destnîşan kir ku divê pirsgirêka kurd wek pirsgirêka sereke were dîtin û got: “Heta ku yekrêziyek civakî çênebe, pêvajo jî nayê çareserkirin.”   Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) bi sernavê “Tora Aştiya Civakî” li Amedê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl civînek li dar xist. Moderatorya civînê Sekreterê Giştî yê DÎTAM’ê rojnamevan Mahmût Bozarslan kir û Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn û Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîgolû wek axivêr beşdarî civînê bûn.    PÊVAJOYEK NÛ    Serokê Desteya Rêveberiya DÎTAM’ê Mehmet Vûral di axaftina destpêkê de diyar kir ku wê xebatên wan ên li ser aştiya civakî bidome û her çiqas berê li ser çareserkirina pirsa kurd xebat hatin kirin jî nehat çareserkirin û pêdivî bi pêvajoyek nû heye.    SIYASETMEDAR GIRTÎ NE    Akademîsyen Vahap Coşkûn jî bal kişand ser pirsgirêka kurd û îro gelek siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne û gelek ji wan ceza xwarine û pirsgirêka kurd jî bi çekan nayê çareserkirin.    ‘TEQEZ DIVÊ PÊVAJOYEK RASTEQÎN WERE DESTPÊKIRIN’    Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû jî destnîşan kir ku heke pirsgirêka kurd wek pirsgirêka sereke were dîtin wê rê li çareserkirina wê jî vebibe û got: “Pêvajoya wek ‘pêvajoya çareseriyê’ hat pênasekirin bi dawî kirin û xêra wê li tu kesî nebû. Tehamula me ji pêvajoyek neserketî re nîne. Divê teqez pêvajoyek were destpêkirin û lê bi rastî be û bi rastî li ser vê axê aştî pêk were Heta ku yekrêziyek civakî çênebe, pêvajo jî nayê çareserkirin. Ji bo aştiya civakî dewletê bi cidî nêzî pêvajoyê nebû. Ev mesele bi gera şandeyek çend caran ku bi dawî bibe nîne. Divê ev pirsgirêk li ser kesa neyê hiştin. Ji ber ku pêvajo bi kolektîfî nebû, nehat birêvebirin.”