'Roboskî şerm û birîna bixwîn a vê xakê ye' 2021-07-28 14:22:48 ENQERE - Di meha 115'emîn a Komkujiya Roboskiyê de Hevseroka HDP'ê ya Enqerê Pakîze Sînemîllîoglû, diyar kir ku "demboriya komkujiyê tune ye " û ev tişt got: "Roboskî azmûna dewlet û desthilatê û  şerm, birîna bixwîn û lêgerîna edaletê ya vê xakê ye'   Hewldana ji bo Roboskî Edalet, di meha 115'emîn de têkildarî Komkujiya Roboskî ku li navçeya Qileban a Şirnexê pêk hatibû û 19 jê zarok 34 kes têde hatibûn qetilkirin, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîneke çapameniyê li dar xist û daxuyaniyek da çapameniyê. Hevseroka HDP'ê ya Enqerê Pakîze Sînemîllîoglû, di civînê de axivî û diyar kir ku 115 meh in, gundek, gelek, civakek û welatek bi hev re li edaletê digere û wiha got: "Ji wê şeva ku komkujî pêk hatiye ve hiqûq winda ye, edalet tune ye û herkes bêdeng e. Endamek ji komîsyona ku li meclisê hat avakirin derneket û daraz jî kujeran bêceza dihêle."   'ROBOSKÎ REMZA BÊWIJDANIYÊ YE'   Sînemîllîoglû, destnîşan kir ku Roboskî remza nenasandina mafê jiyanê ye û ev tişt anîn ziman: "Dewleta ku berpirsê jiyana mirovan e, li dijî komkujiyên wiha berpirsyariyên xwe bi cih naniye. Li xaka ku heta ku şer neqede, çareserî çênebe, hevrûbûn pêk neyê, êş neyên derbaskirin, mirovên ku tenê ji bo xwe dijîn zêde dibin, wê timik komkujî pêk werin. Divê em te bi hev re îttîraz bikin û mafê jiyanê biparêzin. Erdnîgarî ne qeder e; erdên ku mirov têde di nav aştiyê de dijîn û wekhevî, maf û azadiyê lê tê parastine."   FAÎL NEHATIN DARIZANDIN   Di berdewamê de Sînemîllîoglî, da zanîn ku faîl nehatine darizandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Demboriya tu komkujiyê tuneye. Heta ku Roboskî neyê ronîkirin û tiştên pêk hatine ji gel re neyên vegotin wê di siyaseta welat de sivîlbûn û demokratîkbûn pêk neyê. Roboskî azmûna dewlet û desthilatê ye. Li vê xakê rêya aştî û edaletê wê teqez ji Roboskî derbas bibe. Roboskî şerm, birîna bixwîn û lêgerîna edaletê ya vê xakê ye. Em dixwazin ku kujer bên dîtin û bila careke din Roboskî qet pêk neyên."