Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêdan, zext û qedexe zêde bûne 2021-07-28 14:14:07   ENQERE  - ÎHD’ê rapora sê mehan a girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn eşkere kir û di raporê de hat gotin lêdana li girtiyan, zext û qedexeyên li ser girtiyan zêde bûye.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirinên mafan a sê mehan ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn qewimîne eşkere kir. ÎHD’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen raporê daxuyand û got raporê di encama serdanên bo girtîgehan, nameyên girtiyan û serlêdanên malbatan amade kirine. Çevîrmen da zanîn ku di meha nîsan, gulan û hezîranê de 42 serlêdan ji bo komeleya wan çêbûne û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin bi sazî û dezgehên eleqedar re nivîsên pêwîst şandine. Çevîrmen bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi dawîkirina tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî tevî hemû binpêkirinan jî didome.   287 HEZAR DI GIRTÎGEHAN DE YE    Çevîrmen destnîşan kir ku li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan di girtîgehan de 287 hezar û 94 kes girtî ne û got: “Li girtîgehan 240 hezar û 204 zilam, 9 hezar û 502 jin û 564 zarok hikumxwarî ne. Her wiha 33 hezar û 967 zilam, hezar û 781 jin û hezar û 76 zarok jî girtî tên darizandin. Di mehên nîsan, gulan û hezîranê de 17 girtî li girtîgehên cuda yên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane. 2 girtî ji ber nexweşîna wan giran bûye, tê îdiakirin 5 girtiyan întîhar kiriye û 9 girtî jî ji ber vîrûsa koronayê û kesek jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.”    Çevîrmen got ev rapor ji Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T Jimara 1’an, Girtîgeha Dînara Afyonê ya Tîpa T, Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F, Girtîgehên Bunyana Kayseriyê ya Jinan û Tîpa T Jimara 1’an û 2’yan, Girtîgeha Kirikkaleyê Tîpa F, Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa E, Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Tîpa T, Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa F a Jimara 1’an û 2’yan pêk tê.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛNE   Çevîrmen di berdewamiya raporê de xal bi xal binpêkirinên mafan eşkere kir û destnîşan kir kul i girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 41 jinên girtî di nav de herî kêm 264 girtiyên nexweş hene.    Çevîrmen bal kişand ser mafê tenduristiyê û got girtî ji mafên tenduristiyê bêpar hatine hiştin. Çevîrmen di raporê de anî ziman ku lêdana li girtiyan, zext û qedexeyên li ser girtiyan zêde bûne.