Egîtîm Senê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-07-28 13:09:06   RIHA - Her sê şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, serdana Malbata Şenyaşar ku di roja 142'an de çalakiya xwe ya nobeta "Edaletê" didomînin kirin.    Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin di roja 142'emîn de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, piştî ku bi ferdê malbatê Fadîl Şenyaşar ê 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin re bi telefonê axivîn, hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin.    Rêveberên Şaxên Hejmar 1, 2 û 3 yên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) yên Amedê, serdana Malbata Şenyaşar kirin û piştgirî dan çalakiya wan. Malbatê, heyeta Egîtîm Senê bi dovîzên li ser wan "Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji bo herkesî edalet" û "Em edaletê dixwazin" nivîsandî pêşwazî kir. Rêveberên şaxên SES û Egîtîm Senê yên Rihayê jî tevlî heyeta Amedê bûn û bi wan re serdana malbatê kirin.    'KESÊN ME QETIL KIRIN LI PIRSÛSÊ DIGERIN'   Emîne Şenyaşar, qala tiştên ku roja komkujiyê hatine serê wan û têkoşîna xwe ya piştî têkoşînê kir û û bi van gotinan bertek nîşanî polisên ku axaftina wê kişandin da: "Kesên ku me qetil kirin li Pirsûsê digerin. Li şûna ku hûn me dişopînin wan bişopînin. Dewlet li ku ye? Li vê dewletê edalet tune ye."   'BILA EDALET CIHÊ XWE BIBÎNE'   Piştî Emîne Şenyaşar li ser navê heyeta Egîtîm Senê Rêveberê Şaxa Hejmar 2 ya Amedê Fesîh Zîrek axivî û ev tişt gotin: Li ku û li kî dibe bila bibe divê heq û edalet cihê xwe bibîne. Demeke dirêj e malbat bi daxwaza edaletê li vir rûniştiye. Malbat dixwaze ku kî sûcdar be bila sûcê wî bê tespîtkirin û cezayê xwe bikişîne. Tenê daxwaza wan cih dîtina heq û edaletê ye. Em jî weke sendîka vê dibêjin; ki, li ku û çawa dibe bila bibe divê heq, hiqûq û edalet cihê xwe bibîne."   'KESÊN SÛCÊ MIRAHIYÊ KIRINE DIYAR IN'   Piştre Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re nobetê digire jî wiha axivî: "Li dijî tiştên pêk hatine têkoşîna me ya edaletê bi piştevaniyê didome. Em li vir têkoşîneke maf didin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê karmendan komkujî pêk hat. Ambûlansên ku em têde bûn parçe parçe kirin. Gule berî tekerên wan dan. Kesên ku vî sûcê mirovahiyê kirin diyar in. Ji ber ku parlamenterekî desthilatê jî têde heye em dozgerekî wêrek ku dosya vebike nabînin. Me duh xwest bi 8'emîn dozgerê ku li dosya me dinêre re hevdîtin bikin lê mixabin me wî nedît. Bi sedan parêzer dosyayê dişopînin lê muxatabek nayê dîtin. Ev doz wiha dema nake. Em bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin û spasiya kesên ku têm serdana me dikin.   Heyet ji bo demekê bi malbatê re nobet girt û piştre ji cihê çalakiyê veqetiya.