Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-07-28 10:39:44   BOLÛ - Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê derbarê Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ku penaberan kiribû hedef de lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriyê Komarê ya Bolûyê derbarê Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ku li dijî penaberan gotinên nefretê û cihêkariyê gotibû de lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî çavkaniyên serdozgeriyê agahî dane; diyar dikin ku daxwaznameyên gilîkirinê ji wan re hatine û lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku ji sûcên “wezîfeya xwe nebaş bikar anîn” û “nefret û cihêkarî” derbarê Ozcan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.