Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin 2021-07-28 09:02:08 ÎZMÎR - Mexdûrên erdheja Îzmîrê ji bo mexdûriyeta wan bê çareserkirin dê li Qada Gundogdûyê bi awayekî girseyî çalakiyekê li dar bixin.  Li Îzmîrê di 30'yê cotmeha 2020'î de erdhejek bi pileya 6.9 çêbûbû. Di ser erdhejê re 9 meh derbas bûn. Li gor daneyên AFAD'ê di erdhejê de 117 kes jiyana xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn. Bi sedan avahî jî texrîb bûn û kesên di van avahiyan de ji bêgavî ji xaniyên xwe derketin. Piştî erdhejê soz hatibûn dayîn, lê belê hê jî erdhejzede mexdûr in. Mexdûrên erdhejê ji bo dengê xwe ragihînin û daxwazên wan bên qebûlkirin dê careke din çalakiyê li dar bixin.    Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya Erdhejzedeyên Îzmîrê (ÎZDEDA) dê di 31'ê tîrmehê saet di 13.30'an de li Qada Gundogdûyê çalakiyek girseyî bê lidarxistin.   Serokê ÎZDEDA'yê Haydar Ozkan, destnîşan kir ku di ser erdhejê re 9 meh derbas bûne, lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin. Ozkan, biibîr xist ku raedaran daxuyandibû dê piştî erdhejê 79 hezar û 272 avahiyên serbixwe çêbikin, lê belê hezar û 500 avahî li qadên hin projeyên cuda hatine çêkirin.    BI TENÊ HATIN HIŞTIN    Ozkan got: "Em erdhezede bi tenê hatin hiştin. Şaredariya Bajarê Mezin û Wezarta Hawirdor û Bajarsaziyê bi awayekî qismî alîkarî dikirin, lê êdî hew dikin. Niha xwediyê xaniyyan û kirêvan bi hev dikevin. Li Bayrakliyê piştî erdhejê heqê kirêyan zêde bû û niha kirêya herî erzan ji 2 hezarî dest pê dike."    'EM XANIYÊN XWE DIXWAZIN'    Ozkan, destnîşan kir ku divê dewlet derbarê erdhezedeyan qanûnekê çêbike û divê bedêla emsalê ya ji sedî 30 diyar neke û got: "Bi bedêla emsalê dibe ku heqê xaniyên me ji 400 hezar lîreyî kêm bibe bibe 200 hezar lîre. Em dikarin vî pereyî ancak du salan bêheq, di 18 salan de bi krediyê bidin. Lê heya niha ev daxwaza me nehatiye qebûlkirin. Pirsgirêkên erdhejzedeyan meseleyeke di ser siyasetê re ye û divê demildest bên çareserkirin. Em tenê xaniyên xwe dixwazin."    BANGAWAZÎ   Ozkan, bilêv kir ku ji ber kes guh nade pirsgirêkên erdhejzedeyan, dê di 31'ê Tîrmehê de li Qada Gundogdûyê çalakiyekê li dar bixin û dê bal bikişînin ser mexdûriyetên xwe. Ozkan, bang li her kesî kir ku tevli çalakiya wan bibe.    MA/ Sevda Aydin