Turkler û Bûdak hatin bibîranîn 2021-07-27 15:31:31 STENBOL - Serokê Giştî yê ewil ê DÎSK’ê Kemal Turkler û Serokê Giştî yê Sendîkaya Derî-Îşê Kenan Bûdak li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Serokê Giştî yê ewil ê Konfedarsyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kemal Turkler di salvegera 41’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Topkapiya Stenbolê û Serokê Giştî yê Sendîkaya Derî-Îşê ya Pêşverû Kenan Bûdak di salvegera 40’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Sîlîvrîkapiya Stenbolê hatin bibîranîn.    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û rêveberên DÎSK’ê û malbata Kemal Turkler û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Girse ji ketina goristanê heta ser gorê meş li dar xistin û wêneyên Turkler hildan û dirûşm berzkirin.    Li ser gora Turkler axaftin hatin kirin û hat gotin Kemal Turkler rûyê spî yê têkoşîna sendîkaya wan e.    KENAN BÛDAK HAT BIBÎRANÎN    Piştî bîranîna Turkler, rêveberên DÎSK’ê çûn ser gora Kenan Bûdak a li Goristana Sîlîvrîkapi ya li navçeya Zeytûnbûrniya Stenbolê û ew bi bîr anîn. Di axaftinên li vir de soza mezinkirina têkoşînê hat dayîn.