Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir 2021-07-27 14:26:09   AMED - Baroya Amedê derbarê rojnameya Yenî Şafakê ku baroyan kiribû hedef gilî kir.    Baroyên 15 bajarên bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevpar li dijî êrişên nijadperest en li Enqere, Afyon û Konyayê derketibûn. Rojnameya Yenî Şafakê daxuyaniya 15 baroyan wek hedef nîşan da. Bertekên li dijî vê rojnameyê derketin asta herî jor. Baroya Amedê derbarê Yenî Şafakê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir û xwest derbarê faîlan de doz were destpêkirin. Baroya Amedê destnîşan kir ku vê rojnameyê zimanê nefretê, sorkirina xelkê û xelkê rakiriye ser pêya û arasteyî dijminatiyê kiriye û hewl daye peşkê li darizandina adilane bixe. Baroya Amedê anî ziman ku xwedî derketina li ziman û nasnameya kurdî xwedî derketina parastina mafê mirovan û hiqûqê ye.