Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in 2021-07-27 12:13:11   RIHA - Ferît Şenyaşar ê ku di bin 45 pileya germê de bi dayika xwe re nobeta “edaletê” digire got: “Em bi edaleta derengmayî jî razî ne. Êdî bila ev zilm biqede.”    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) 141 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” nobetê digirin. Malbat îro jî hat ber Edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kir û carek din daxwaza edaletê kir.    ‘SÛCDAR KÎ BE BILA WERE CEZAKIRIN’    Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe Emîne re nobeta “edaletê” didomîne wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê tevî 45 pile germê jî berdewam dike. Li dijî malbata min komkujiyek pêk hat. Serokkomar, qeymeqam, walî û dozger û dadger, her kes vê qetliamê baş dizane. Sê sal bi ser komkujiyê re derbas bûn lê hêj kujer nehatine girtin û lêpirsîn nehatiye vekirin. Dîmenên bûyerê hene û li holê ne lê derbarê kujeran de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Ji ber ku parlamenterê AKP’ê di nava bûyerê de ye, kes doz venake. Em dixwazin bila demildest doz were vekirin û sûcdar kî be bila were cezakirin. Ez û dayika xwe 141 roj in li vir in. Her tim me binçav dikin. Em li vir carek din bang li rêxistinên hiqûqê dikin; piştevaniyê bidin doza me ya mafdar. Heke hûn piştevaniyê bidin me û em tev  bi hev re banga ‘edaletê’ bikin, wê mexdûriyetên wiha li Tirkiyê bi dawî bibin. Gotinek heye dibêjin, ‘edaleta ku dereng were ne edalet e’ lê belê ji vê saetê şûn ve em bi edaleta dereng jî razî ne. Êdî bila ev zilm biqede.”    DAXWAZA EDALETÊ    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî daxwaza xwe belav kir û destnîşan kir ku ew edaletê dixwazin û banga piştevaniyê li rêxistinên hiqûqê kir.