Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê 2021-07-27 11:42:54   EQNERE - Musteşarê Wezîreta Karên Hundir a Almanyayê Helmut Teichmann, bersiv da pêşnûmepirsa Partiya Çepgir a têkildarî lîsteya înfazê ya rojnamegerên muxalîf û diyar kir ku îşaret hene listeyên cuda jî hebin.    Hikûmeta Almanyayê, cara yekemîn têkildarî lîsteya înfazê ya rojnamegerên muxalîf ên Tirkiyeyê daxuyanî da. Musteşarê Wezîreta Karên Hundir a Almanyayê Helmut Teichmann, bersiv da pêşnûmepirsa Parlamenterê Partiya Çepgir Helîn Evrîm Sommer a têkildarî mijarê û ev tişt got: "Niha îşaret hene ku lîsteyên cuda yên navên kesên muxalîf ku rexneyan li hikûmeta Tirkiyeyê dikin di wan de cih digirin hene."    Her wiha di bersivê de hat gotin ku di destê Hikûmeta Almanyayê de bi awayekî şênber lîste tune ye û derbarê mijarê de lêkolîn hatiye berfirehtirkirin.   Sendîkaya Rojnamegerên Alman (DJV), têkildarî mijarê daxuyanî dabû û bang li Hikûmeta Almanyayê kiribû ku bikev tevgerê. Serokê Sendîkayê Frank Uberall, diyar kiribû ku li gorî agahiyên ku ji polisan girtine, lîsteyeke înfazê ku rojnameger jî di nav de ji 55 kesên muxalîf pêk tê heye. Uberall, bang li Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas kiribû ku Sefîrê Tirk vexwîne Wezareta Karên Derve ya Almanyayê.