Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin 2021-07-27 11:27:37   MÊRDÎN - Ji bo girtiya siaysî Jiyan Ay ku li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê li qawişa yekkesî dimîne û girtiyên DAIŞ'î û edliyê gef lê dixwin û heqaret lê dikin bang li saziyên têkildar hat kirin.    Girtî Medya Aslan ku li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê dimîne, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û şertên ku girtiya siyasî Jiyan Ay ku li heman girtîgehê di hucreya yekkesî de dimîne ragihand. Aslan, diyar kir ku di Doza Nisêbînê de cezayê muebbetê li Ay hatiye birîn û di hucreya yekkesî de dimîne û girtiyên DAIŞ'î û edlî ku li heman bloqê dimînin gef lê dixwin û heqaretê lê dikin.     Aslan, têkildarî rewşa Ay ev agahî dan: "Girtiyên DAIŞ'î, edlî û îttîrafkaran tînin bloqa ku hevala Jiyan Ay lê dimîne. Ev kes gef lê hevala me Jiyan dixwin, heqaret lê dikin û çêran pê dikin. Serê her saetê heqaret lê dikin û  çêran pê dikin. Di hucreya biçûk de timik paceya hewadariyê ya hevala me digirin. Em ji jiyana hevala xwe bifikar in. Rexmî ku me ev fikar in xwe ji rêveberiya girtîgehê re ragihandiye jî çareseriyeke nehatiye dîtin."   BANGA LI SAZIYÊN TÊKILDAR   Aslan, ev tişt gotin: "Li gorî mevzûatê, divê sûcdarên cuda neynin aliyên ku girtiyên siyasî lê ne. Li dijî hevala me Jiyana Ay polîtîkayeke taybet tê pêkanîn. Em jî ji vê rewşe bi fikar in. Ji bo ku deng neçê hevala me bi rojan deriyê hewadariyê digire. Em ji tenduristiya wê bi fikar in. Li hucreyê tunebûna tezgehê mitbexê î pirsgirêk e. Li serşok û daşirê hewadarî tune ye." û bang li saziyên têkildarî û raya giştî kir ku li dijî vê rewşê bikevin tevgerê.