Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan 2021-07-27 10:18:42 ÎDIR -Ji ber ku malbatan li hev anîbûn doz li 13 rûspiyan hatibû vekirin û bi sedan sal ceza li 9 rûspiyan hat birîn. Balkêş e 6 rûspiyên ku cezayê muebbetê li wan hat birîn temenê wan di seriya 70'yî de ye.  Li Îdirê, bi angaşta ku di "Komîsyona Edaletê" de cih girtine derbarê 13 kesan de doz hatibû vekirin û ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îdirê ve bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" û "têkbirina azadiya kes û talankirin" bi sedan sal ceza li 9 kesan hat birîn. Biryara bihincet hat aşkerakirin. balkêş e 6 kesên ku cezayên muebbetê li wan hatiye birîn temenê wan di navbera 70-74'an de ye. 4 kes jî hatine beraetkirin. Di hinceta biryarê de cih girtina navê kesan a di ewraqên ku di operasyonên leşkerî de hatine bidestxistin, daxuyaniyên şahidên nepen û bernameyên xwarinê  weke sûc hatine hesibandin. Hemû kesên ku hatine darizandin piştî biryara dadgeha herêmî ya derbarê xwe de hatine girtin.    BI DEHAN SAL CEZA   Kerîm Boran ê 77 salî di çarçoveya lêpirsînê de di 27'ê mijdara 2017'an de hatiye girtin û di 2'ê adara 2018'an de hatiye berdan û di 15'ê nîsanê de careke din hatiye girtin. Bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh, bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 42 sal û 2 meh û 7 roj ceza li Boran hatiye birîn.    74 SALÎ YE CEZAYÊ MUEBBETÊ LI HATIYE BIRîN   Mehmet Çelîk ê 74 ku di çarçoveya heman lêpirsînê de di 16'ê mijdara 2015'an de hatiye girtin û di 26'ê cotmeha 2017'an de hatiye berdan û di 2'ê nîsanê de careke din hatiye girtin. Bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 15 sal ceza li Çelîk hatiye birîn.    Ferzende Elbî yê 72 salî jî di 9'ê cotmeha 2015'an de hatiye girtin û 26'ê cotmeha 2017'an hatiye berdan û di 2'ê nîsanê de careke din hatiye girtin. Bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 20 sal ceza li Elbî hatiye birîn.    Ehettîn Kaynar ê 72 salî jî ku di sala 2015'an de hatiye girtin û di sala 2017'an de hatiye berdan û 2'ê nîsanê de careke din hatiye girtin. Bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 15 sal ceza li Kaynar hatiye birîn.    LI EYWANA DADGEHÊ HAT GIRTIN   Abdulmecît Kaya 71 salî ku roja danişînê piştî biryara derbarê xwe de hat girtin jî bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 30 sal ceza lê hatiye birîn.    CEZA HAT BARANDIN   Abdûllah Ateş ê 70 salî ku roja danişînê piştî biryara derbarê xwe de hat girtin jî bi sûcdariya "Xerakirina yekparebûn û yekitiya welat" muebbet û bi sûcdariya "têkbirina azadiya kes û talankirin" jî 5 sal ceza lê hatiye birîn. Ji bersûcan Alî Tûrgût ê 55 salî jî bi angaşta "Em damtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ji bersûcan Mehmet Emîn Ay ê 58 salî jî bi sûcdariya "Gefê" 3 sal û 4 meh ceza lê hat birîn. Ji bersûcan Ahmet Yildirim ê 43 salî jî bi sûcdariya "Talankirina biwesf" 3 sal û 4 meh ceza lê hat birîn.    Bûka Abdûllah Ateş, Kadîfe Ateş û hevjîna Kerîm Boran, Salîha Boran, bertek nîşanî biryarê dan.    'BILA VAN MIROVÊN TEMEN MEZIN BERDIN'   Kadîfe Ateş, diyar kir ku xwezûrê wê Abdûllah Ateş tu sûcî nekiriye û tenê hewl daye pevçûnên di navbera malbatan de bi dawî bike û wan li hev bîne û wiha got: "Ji ber ku pirsgirêkên di navbera mirovan de çareser dikir rêz jê re dihat girtin. Ji ber vê doz lê hat vekirin û cezayekî neheq lê hat birîn. Gelek nexweşiyên xwezûrên min hene. Di hevdîtina dawîn de ji min re got ku êdî ew nikare li van deran bimîne. Got ku 40 roj in çayê nadin wan. Ev mirov nikarin bêgopal bigerin. Divê van mirovan li malên xwe ji nebiyên xwe hez bikin û rojên xwe yên dawîn derbas bikin. Bila van mirovên temen mezin berdin. Banga wijdan û însafê li wan dikim."   'DIVÊ EM LI REX HEV BIMIRIN'   Salîha Boran jî desntîşan kir ku hevjînê wê Kerîm Boran ji ber lihevanîna mirovan hatiye girtin û ev tişt got: "Mirovan ji hevjînê min re rêz digirt. Piraniya pirsgirêkan çareser dikir. Mafê kesî nedixwar. Sibê û êvarê ji bo meseleyên aştiyê dixebitî. Ji ber vê jî hat girtin. Mirovek temen mezin e û gelek nexweşiyên wî hene. Anjiyo bûye û ji gurçikên xwe aciz e. Her roj gelek derman dixwe. Di sala 2017'an de li Girtîgeha Panosê dema ku nimêj dike û diçe sercdeyê êdî nikare serê xwe rabike. Ji ber vê wî radikin nexweşxaneyê. Piştî ku hat berdan li Edenê emeliyat bû. Ez jî li vir perîşan bûm. Di derî de çavê min li rêya wî ye. Heke em bimirin jî divê em li rex hev bimirin. Ji bilî vê jî em tiştekî naxwazin. Kerîm li wir û ez jî li vir mirî me."   MA / Dîndar Karataş