Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike 2021-07-27 10:04:22   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo qedexekirina hevdîtinên parêzer, malbat û vasî ya bi Ocalan re bi dawî bibe serî li CPT’iyê dan û bang lê kirin ku wezîfeya xwe bike.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo qedexeya li ser hevdîtina parêzer, malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe serî li Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê hat gotin qedexeyên hevdîtinê di meha adar, nîsan, gulan û hezîranê de bi awayek sîstematîk dewam kiriye û ev rewşa heyî li dijî destûra bingehîn û peymanên navnetewî ye. Di serlêdanê de ji bo tecrîd bi dawî bibe û pêşiya hevdîtina were vekirin bang li CPT’iyê hat kirin wezîfeya xwe bike.    Parêzeran di serlêdanê de her wiha têkildarî serlêdanên ji bo Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li gel wî tên ragirtin û bersivên wergirtine û ji bo dawîkirina tecrîdê hin daxwaz jî pêşkêş kirine.    SERLÊDAN BÊENCAM TÊN HIŞTIN    Di metna serlêdanê de cih dane serlêdanên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û di tevahiya 4 mehan de ne erênî û ne jî neyînî bersiva serlêdana wan a hevdîtinê nehatiye dayîn. Di vê demê de herî kêm her car 4 parêzeran 68 caran serî li dozgeriyê dane û bira û vasiyê Ocalan jî ji bo hevdîtinê 20 caran serlêdan kirine. Di metna serlêdanê de hat gotin parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve û malbat jî ji 3’yê Adara 2020’an ve heta niha qet hevdîtin nekirine.    ÎTÎRAZ TÊN REDKIRIN    Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku l Girtîgeha Îmraliyê Rewşa Awarte didome û hevdîtinên telefonê jî birêkûpêk pêk nayên û xetereya têkildarî rewşa Ocalan berdewam dike. Di serlêdanê de hat gotin hemû biryarên derbarê Ocalan û girtiyên din de hatine girtin ne hiqûqî ne û ev biryar di çarçoveyên polîtîk de tên girtin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku biryarên tên girtin kes nikare rave bike û parêzer nikarin naveroka dosyeya biryaran fêr bibin. Parêzeran di serlêdanê de got hemû îtîrazên wan ên ji bo biryarên li Îmraliyêt ên girtin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve tên redkirin.    BERPIRSIYARTIYA KOMÎTEYA WE TÊ BINPÊKIRIN    Parêzeran got her çiqas wan bi şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabe jî lê derbarê serlêdana xwe de tu bersiv wernegirtine û ev sepanên li Îmraliyê di heman demê de berpirsiyartiya Komîteya we ya li dijî sepanên dij mirovane, muameleya xerab û rakirina tecrîdê jî binpê dike.    NAME TÊN ASTENGKIRIN   Di serlêdanê de hat diyarkirin ku qedexeya hevdîtina telefonê û desteserkirina nameyan ango nedana nameyan bo miwekîlên wan jî berdewam dike. Parêzeran di metna serlêdanê de destnîşan kir ku qanûnên destûra bingehîn li Îmraliyê nayê sepandin û ji ber vê yekê tecrîd berdewam dike û hat diyarkirin ku daraz û îqtidar di tecrîdê de dest dane destê hev û bi hev re tecrîdê pêk tînin.    BI HEZARAN KES DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE    Di metna serlêdanê de hat destnîşankirin ku li tevahiya girtîgehên Tirkiyê ji bo tecrîd bi dawî bibe bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger de ne û tevî bang û daxuyaniyên Komîteya we jî tecrîd didome û daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin. Di serlêdanê de hat gotin 768 hiqûqzanên li Tirkiyê kampanya îmzeyan a li dijî tecrîdê ku qebûl nakin dane destpêkirin û hiqûqzan ji bo mafên bingehîn werin pêkanîn bang li rayedaran dikin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku têkiliya Ocalan û girtiyên li cem wî her cûre riyên pêywendî danînê bi cîhana derve re hatine qedexekirin û qedexekirina li ser hevdîtina parêzer, malbat û wasî ku bi awayek sîstematîk bedewam dike dê wek muameleya xerab û dij mirovane derbasî qeydan bibe.    DAXWAZÊN PARÊZERAN    Parêzeran di serlêdanê de ji bo bidawîkirina îşkence û sepanên muameleya xerab bang li CPT’iyê kir û xwest wezîfeya xwe pêk bîne. Ev daxwazî ji CPT’iyê hatin kirin:   “* Divê Komîteya we bi awayek lezgîn serdana Grava Îmraliyêbike.    * Divê serdana parêzeran li tavilê pêk were û her tim berdewam bike.    * Lazim e hevdîtina malbatê û vasî her tim pêk were û cezayên dîsîplînê yên dij hiqûqî werin bidawîkirin.    * Li gel mafê serdanê divê mafê axaftin bi telefonê jî bicih were anîn.    * Lazim e astengiyên li pêşiya name û faksan werin bidawîkirin.    * Pêwîste astengiyên li pêşiya rojname, kovar û pirtûkan ku sepaneên dij hiqûqî ne werin bidawîkirin.    *  Em bi lezgînî daxwaz dikin ku îşkence, sepanên dij mirovane û muameleya xerab werin bidawîkirin û tevdîr û prosedur werin bikaranîn û bikevin meriyetê.    MA / Mehmet Aslan - Dîren Yûrtsever