Derbarê daxuyaniya dijberî nukleerê de îdianame hat amadekirin 2021-07-27 09:01:05 MÊRSÎN - Derbarê daxuyaniya HDP'ê ya derbarê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê de îdianame hat amadekirin. Ji 29 kesên tevli daxuyaniyê bûne 17 kes dê bên dadgehkirin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 4'ê Adarê de li Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya "Edalet ji bo her kesî" de hevdîtinek kiribû. Di çarçoveya bernameyê de hevdîtin bi gelê bajêr re hatibûn kirin. Heyeta HDP'ê ku guh li pirsgirêkên gel kiribû, di 11'ê Adarê de derbarê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê de ku derdorê texrîb dike, daxuyaniyek dabû. Derbarê vê daxuyaniyê de îdianame hat amadekirin.    Ji 29 kesên tevli daxuyaniyê bûn derbarê 17 kesan de lêpirsîn hatibû amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Gulnarê lêpirsîn temam kir û îdianame amade kir. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Gulnarê jî îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê de hat xwestin ku Parlementerê HDP'ê Erol Katircioglû, Hevberdevkên Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez, Hevseroka HDP'a Mêrsînê Gulbahar Şofer û endamên Platforma Dijberî Nukleerê ya Mêrsînê bên cezakirin. 17 kes bi îdiya qanûna jimare 2911'an binpê kirine.    Danişîna ewil a dozê dê di 28'ê Cotmehê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Gulnarê bê lidarxistin.    MA / Omer Akin