Rojnamevan Başlangiç ku navê wî di 'lîsteya înfazê' de ye: Behr qediya ji bo AKP'ê 2021-07-27 09:01:02 STENBOL - Rojnamevan Celal Başlangiç ku li Ewropayê navê wî jî di nav "lîsteya înfazê" ya 55 kesan de ye û polîsên alman ew hişyar kirin, anî ziman ku ji ber ku rojnamevanên muxalif û serbixwe sêra AKP'ê ku piraniya çapemeniyê bi dest xistiye, xera kirine hedef tên girtin.  Li Ewropayê nîqaşên ji bo lîsteya înfazê ya 55 kesan ku navê kurdan, siyasetmedar û rojnamevanên muxalif tê de heye, her diçe zêde dibin. Rojnamevan Erk Acarer ku navê wî jî di lîsteyê de heye, çend roj berê bi êrîşekê re rû bi rû mabû. Paşê polîsên alman bi îdiaya ku navê wan jî di lîsteyê de heye çûbûn mala rojnamevan Celal Başlangiç, siyasetmedar Hasîp Kaplan û hunermend Ferhat Tûnç û ew hişyar kiribûn.    Rojnamevan Celal Başlangiç û Serokê Giştî yê Basin Îş a DÎSK'ê Farûk Eren, anîn ziman ku ji ber ku AKP têk çûye hem li hundir hem li derve êrîşê dibe ser rojnamevanên muxalif.    DI LÎSTEYÊ DE NAVÊ KESÊN DIJBERÎ ERDOGAN IN HENE    Rojnamevan Celal Başlangiç, anî ziman ku du polîsên krîmînalê yên alman hatine mala wî û lîsteya înfazê ya kesên dijberî Erdogan rê wî dane û jê re gotine navê wî jî di lîsteyê de heye. Başlangiç, bilêv kir ku polîsan jê re gotiye li xwe miqate be û got: "Gava êrîş birin ser Erk Acarer, behsa lîsteyekê kiribû û gotibûn navê 43 kesan tê de heye. Du roj bi şûn de hesabê bi navê JİTEMKURT lîsteek din parve kiribû ku ev jî ji 21 kesan pêk dihat. Min jî ji polîsan pirsî bê behsa kîjan lîsteyê dikin. Polîsan got, ew behsa wan her du lîsteyan nakin, behsa lîsteyeke 50-55 kesan dikin. Têkildarî mijarê dosyeyek hatiye çêkirin. Telefona polîsekî krîmînalê dan ku bi vê meseleyê re eleqedar dibe. Gotin, gava tiştek bû hûn telefon bikin."    ÎLLUZYONA AKP'Ê XERA BÛ    Başlangiç, destnîşan kir ku lîste piranî ji rojnamevanan pêk dihat û got: "AKP, bi tabetî ji sala 2015'an ve hewl dide bi îlluzyonekê li ser pêya bimîne. Dixwaze îmajekê biafirîne. Jixwe piraniya çapemeniyê di dest wê de ye. Ên nikaribûn bi dest bixe jî, girtin. Lê weşanên serbixwe yên li derveî welat û li Tirkiyeyê îlluzyona AKP'ê xera dikin. Lewma rojnamevanan dikin hedef."    Başlangiç, her du îhtimala têkçûyîna îqtidarê zêde dibe, îqtida ew qasî êrîşkar dibe û ji bo derewên wê aşkere nebin, hewl didin îlluzyona ku afirandine xera nebe û ji ber vê li derve û li hundir li dijî rojnamevanên muxalif û serbixwe dest bi êrîşan kiriye.    ‘BEHR QEDIYA JI BO AKP'    Başlangiç, destnîşan kir ku dawiya îqtidara AKP'ê hatiye û ji ber vê hewl dide bi rê û rêbazine cuda îqtidaa xwe bidomîne. Başlangiç got: "Di dema îqtidara wan de gelek sûc hatine kirin. Ditirsin ku rojekê hesabê van sûcan bidin. Lewma bi her awayî êrîşî muxalifan dikin. Lê behr qediya ji bo AKP'ê."    HIŞYARΠ   Farûk Eren jî diyar kir ku divê hikûmeta alman tevdîrina bigire, ji lew re canê rojnamevan û siyyasetmedarên li wir emanetî wan e. Eren, anî ziman ku di lîsteyê de navê gelek rojnamevanan heye û ev rojnamevan jî ji ber dozên derbarê wan de, ji ber gef û êrîşan ji bêgavî çûne derveyî welat.    Eren, bilêv kir ku armanca vê yekê ew e ku rojnamevan û muxalifan çavtirsandî bikin. Eren, destnîşan kir ku heger înfaz pêk bên, dê têkiliyên bi Ewropayê re pir texrîb bibin û li hemberî van êrîşan her kesî hişyar kir.    ÇAPEMENIYA AZAD    Eren, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê zêdetir dibin û got: "Li rojavayê ev diqewimin û Erdogan jî li Tirkiyeyê medyaya sanal asteng dike." Eren, diyar kir ku bi taybetî hin rojnamevan tên çewisandin û got: "Herî dawî me ev yek di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de dît. Rasterast rojnamevan hedef hatin girtin. Li ber kamerayan fîşekên plastîk berdan, li wan xistin. Gava em li vana dinêrin, em dibînin ku dê zext zêde bibin."    MA / Îdrîs Sayilgan