Dayika girtî: Li ber çavê dewletê kurd kurd e 2021-07-27 09:00:59 MÊRSÎN – Meryem Erbey ku kurê wê Mehmet Erbey di Girtîgeha Duzce ya Tîpa T'yê de di greva birçîbûnê de ye, got: "Li ber çavê dewletê kurd kurd e. Îro dora me ye, sibê dora kurdên din e."  Çalakiyên greva birçîbûnê ên li girtîgehan ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatin destpêkirin, di roja 243'yan de didomin. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Mehmet Erbey e. Erbey, di Girtîgehan Duzce ya Tîpa T'yê de ye.    Erbey, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" hatiye girtin û 25 sal ceza lê hatie birîn. Erbey, ji sala 2010'an ve girtiye. Erbey, di 25'ê Tîrmehê de telefonî malbata xwe kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.   Dayik Meyrem Erbey, anî ziman ku kurê wê gotiye: "Gardiyanan serê sibehê zûka avêtin ser qawîşa me. Gotin, heger hûn dev ji greva birçîbûnê bernedin, em ê we têxin qawîşa edliyan. Gotin, girtiyên edlî çi bînin serê we, me eleqedar nake."    ‘BÊDENGÎ MIRIN E'    Dayik Erbey, bilêv kir ku heger tiştek bê serê zarokên wan, berpirsiyar midûrê girtîgehê û Wezîrê Dadê ye û got: "Nêzî 250 roj in çalakiya wan didome. Civak divê dengê xwe bilind bike. Bi taybetî jî divê civaka me dengê xwe bilind bike. Lê her kes xwe li bêdengiyê daniye, çav û guhên xwe girtine." Dayik Erbey ku got "bêdengî mirin e" got: "Divê gelê me bibe dengê girtiyan. Heger em bêdeng bimînin, dê rewş xirabtir bibe. Dê planên tunekirina gelê kurd zêde bibin. Li ber çavê dewletê kurd kurd e. Îro dora me ye, sibê dora kurdên din e. Dewleta Tirkiyeyê bi navê mafên mirovan û demokrasiyê tu tişt nehiştiye. Gundên me hatin şewitandin, cenazeyên me ji goran derdixin. Ma dê ev bêdengî heya kengî bidome?"    ‘EM DEV JI MAFÊN XWE BERNADIN'    Erbey, bilêv kir ku tirk bi qasî kurdan ji Tirkiyeyê hez nakin û got: "Bi hezaran zarokên me girtî ne. Sûcê me, ji ber ku em kurd in. Êdî bila me gişan bikujin û ji me xelas bibin. Êdî bes e. Dayikên me di cenazeyên zarokên xwe de dibêjin 'Biratî'. Ma hê em ê bibêjin çi. Em dev ji serokê xwe û mafên xwe bernadin. Dikujin jî bila bikujin."    MA / Omer Akin