Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin 2021-07-27 09:00:56 RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku rêya bidawîkirina tecrîd û şer ji Îmraliyê derbas dibe û divê berpirsyariyê tenê ji girtîgehan re neyê hiştin û hemû beşên civakê bikevin nav tevgerê.  Mafê hevdîtinê ya malbat û parêzeran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî derveyî hiqûqê tê astengkirin. Herî dawî parêzeran di 7'ê tebaxa 2019'an de û birayê Ocalan Mehmet Ocalan jî di 25'ê adara 2021'an de bi rêya telefonê bi Ocalan re hevdîtin kirin. Hevdîtina rû bi rû ya herî dawî jî ji ber agirê ku di 27'ê sibata 2020'an de li Girava Îmraliyê derketibû li ser bertekan di 3'ê adara 2020'an de bi Mehmet Ocalan re hat kirin.    ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 142'EMÎN DE YE   Ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan,  li tevahiya girtîgehan di 27'ê Mijdara 2020'an de bi beşdariya hezaran girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger hat destpêkirin. Grev di roja 142'yemîn de didome. Rexmî vî dengê ku li welat û derveyî welat bilind dibe jî desthilat bêdengiya xwe ya li hemberî daxwaza girtiyan didomîne. Xwişk û birayên Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan, têkildarî tecrîd û hevdîtinên malbatê ku nayên kirin ji ajansa me re axivîn.    ‘HIQÛQ HAT BERTERFKIRIN'   Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku herî dawî beriya 4 mehan hevdîtineke kurt bi rêya telefonê bi kekê xwe re pêk aniye û wiha got: "Êdî gotin nemane ku mirov ji pêkanînên derveyî hiqûqê re bibêje. Derew an rast mirovek li gorî qanûnên xwe kirine zindanê û bi salan e di zindanê de digirin. Tu dewlet î, dikarî vê bikî. Vê jî dikî. Lê mirovekî ku hûn wî di girtîgehê de bigirin mafên wî yên demokratîk hene. Li dinyayê jî wiha ye. Nêzî 2 salan e me hevdîtin nekirine. Hevdîtinê bi şewbê ve girê didin. Lê êdî derzî jî hatiye dîtin. Herkes dikare biçe her derî. Li vir bangî gelê kurd, ereb, tirk û gelên din dikim; serok ne ji mirovek ji rêzê ye. Herî kêm dikare parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li Tirkiyeyê hiqûqa kêm jî êdî nema ye, berteref kirine."   'PÊKANÎNAN 12'Ê ÎLONÊ DERBAS KIR'   Ocalan, bal kişand ser bandora kekê xwe Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û ev tişt gotin: "Hûn li giravê 4 mirovan digirin. Em nizanin ku dijîn an na. Em bi fikar in. Min 12'ê Îlonê dît. Rojek li qereqolê rojek jî li malê bûm. Wê demê hiqûq û edalet hebû. Ev pêvajo 12'ê Îlonê derbas kiriye. Hevdîtin nekirina 2 salan bi kesekî re nayê qebûlkirin. Li dijî mafê van mirovan mirov çawa ker û kor dibe? Di cejnê de herkes çû serdana xizmê xwe. Gelo çima destûr nayê dayîn ev her çar malbat biçin cem xizmên xwe? Ev wijdanî ye? Cihê di tu qanûnî de tune ye."   BANGA LI DMME Û CPT'YÊ   Di berdewama axaftina xwe de Ocalan, da zanîn ku kekê wî di encama komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û wiha pêde çû: "Amerîka, Îsraîl, Îngilistan, Rûsya û Ewropayê ku di tecrîdê cih girtine de berpirsyariya wan di tecrîda ku tê berdewamkirin de heye. Ewqas jî zilm nabe. Tecrîd weke mirovî û wijdanî û olî nayê qebûlkirin. Gelo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT ku ji bo pêşîgirtina îşkenceyê hatiye avakirin li kur in? Ev sazî çima peywira xwe bi cih naynin.? Gelo heke Serok bi parêzerên xwe re hevdîtin bike wê dinya xera bibe? Lê ew ji axaftina Serok a dikare pêşî li xwîna dirêje bigire aciz in. Lewre naxwazin dengê Serok bê bihîstin.   'WÊ PIRSGIRÊK DI HEFTEYEKÊ DE ÇARESER BIBE'   Ocalan, têkildarî şerê li Herêma Kurdistanê jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hûn çi navî li vî şerî dikin bikin, di encamê de mirov dimirin û xwîn tê rijandin. Heke bi Serok re diyalog bê danîn wê ev şer di hefteyekê de bi dawî bibe. Divê mirov pirsgirêka kurd baş bizanine û bişopîne. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka îro ye, 200 sal e didome. Di vê rewşê de kesê ku poirsgirêkê çareser bike Serok e. Ne tenê li Başûr li her derî xwîn diherike. Heke deriyên Îmraliyê vebibein wê ev pirsgirêk çareser bibe. Bi kuştina mirovan ev pirsgirêk çareser nabe. Heke bi Serok re diyaloq bê danîn û dewlet bixwaze şer di nav hefteyekê wê bi dawî bibe. Heta ku tecrîd bidome çareserî ne pêkan e. Weke gelên din mafên gelê kurd jî ên demokratîk û qanûnî hene. Serok jî ji bo vê di girtîgehê de ye. Dewlet çareserkirina vê pirsgirêkê naxwaze. Kurd ne dijminê kesî ne. Mafê xwe dixwazin. Nayê fêmkirin ku dewlet çima naxwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin."   'DIBE KU EM SIBÊ DERENG BIMÎNIN'   Di dawiya xaftina xwe de Ocalan, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ku li girtîgehan berdewam de jî ev tişt anîn ziman: "Tenê daxwaza wan bidawîkirina tecrîdê ye. Beriya niha 5 rojan diketin grevê. Niha derxistine 15 rojan. Di 15 rojan gelek tiştên mezin tên jiyîn. Di çalakiya beriya niha 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin careke din mirin çêbibe. Dewlet muxatabê vê daxwazê ye. Greva birçîbûnê bi qasî mirovahiya xwe siyasî ye. Em bar hiştiye ser milê mirovên di nav 4 dûwaran de. Muxatabê bingehîn ê peywirê kesên li derve ne. Ev peywir peywira me ye. Nikare bê gotin ku "rewş ne guncav e." Divê derfet bên çêkirin. Divê kes ne lal û kor be. Divê herkes mafê xwe yê qanûnî û demokratîk bi kar bîne. Divê em çalakiyên demokratîk pêk bînin. Ji bo em bibin dengê greva birçîbûnê divê em bertekên xwe bînin ziman. Dawiya vê çalakiyê rakirina tecrîdê ye. Heke em îro gav navêjin em ê sibê dereng bimînin. Ji vir banga me ye ji bo kesên demokrat, rewşenbîr û herkesî. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin."   'TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN'   Fatma Ocalan jî destnîşan kir ku 7 sal in kekê xwe nedîye û ev tişt gotin: "Nexweş im. Heke bihêlin ez dikarim biçim hevdîtina kekê xwe. Lê nahêlin. Dijî an najî em nizanin. Em dixwazin jê agahî bigirin. Em nizanin li wir çi dibe. Me gelek bêriya wî kiriye. Lê nahêlin em hevdîtin bikin. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Çûkek jî nikare bi tena serê xwe bijî. Kirine girtîgehê û di bin tecrîdê de dihêlin. Li girtîgehê êdî porê wî spî bû. Berê mehê careke me dikaribû wî bidîta. Lê êdî qet nahêhilin em hevdîtin bikin. Ez dixwazin ev şer bi dawî bibe û tecrîd rabe."   MA / Bariş Polat