Li Stenbolê jinek hat kuştin 2021-07-27 08:53:42   STENBOL - Li navçeya Sariyera Stenbolê Fatma Keke ji aliyê Ozer Agaoglû ve hat kuştin.    Li navçeya Sariyera Stenbolê jina bi navê Fatma Keke ji aliyê Ozer Agaoglû ve hat kuştin. Hat zanîn duh bi şev bûyer pêk hatiye û piştî agahdarkirinê tîmên polîs û tenduristiyê hatine cihê bûyerê. Di mudaxileya ewil de hatiye diyarkirin ku Keke jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Keke ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî û faîl jî hat binçavkirin.