63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-26 21:15:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 16 hezar û 809 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 224 hezar û 198 test hatine kirin û 16 hezar û 809 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 63 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 5 hezar û 585 kes jî baş bûne.